ÊLIH - Dayikên Aştiyê xwestin li Êlihê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan mudaxileyî daxuyan kir û hevşaredarên Êlihê û Hevseroka HDP’a Êlihê jî di nav de gelek kes bi îşkenceyê binçav kirin.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Êlihê xwestin têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz li ber Navenda Kar a Nasiroglû daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan dayikan dorpêç kir û mudaxileyî çalakiyê kir. Mudaxileyek tund pêk hat û îşkence li welatî û rêveberên HDP’ê hat kirin. Polîsan li parlamenterên HDP’ê Ruştu Tirkyakî û Necdet Îpekyûz dan.
ÎŞKENCE LI DOKTOR HAT KIRIN
Her wiha polîsan bi awayek tund îşkence li Hevşaredarê Êlihê Dr. Mehmet Demîr kir. Polîsan Demîr avêt erdê, destê wî kelemçe kirin û lêdan.
GELEK KES BINÇAV KIRIN
Di mudaxileyê de Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz yên qeyûm danîne şûna wan, Hevseroka HDP’a Êlihê Fatma Ablay, Berdevka TJA’yê ya Êlihê Gulistan Sonuk jî di nav de de gelek kes bi erdê re kaşkirin û binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan.