STENBOL - Li Stenbolê bi pileya 4.2 erdhej çêbû.
Li Stenbolê saet di 15.07’an de bi pileya 4.2 li erdhej çêbû. Resexaneya Kandîllî diyar kir ku navenda erdhejê li Sûltaybeylî ye û erdhej 15.1 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
AFAD’ê jî ragihand ku erdhej bi pileya 3,9 pêk hatiye û navenda wê Kartal nîşan da.
Waliyê Stenbolê daxuyand ku tiştek neyînî neqewimiye.