NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê kolberekî qetil kirin.
Li gorî nûçeyeke ku Rojnewsê derbas kiriye; li herêma Hegejalî ya navçeya Banê ya bajarê Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê êrişî komeke kolber kirin. Pasdaran di êrişê de kolberê bi navê Sehdûn Ehmed qetil kirin.