STENBOL - ‘Doza KCK'ê ya Çapemeniyê’ ku 46 rojnameger û xebatên çapameniyê jê tên darizandin, taloq bû.
Danişîna 22'yemîn a ‘Doza KCK'ê ya Çapemeniyê’ ku 46 rojnameger û xebatên çapameniyê jê tên darizandin, li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hjat dîtin. Rojnamegerên ku tên darizandin tevlî danişînê nebûn û parêzerên wan li danişînê amade bûn. Heyeta dadgehê ku bi daxwaza kêmasî bên derbaskirin biryara xwe aşkera kir danişînê taloqî 23'ê mijdarê kir.