ŞIRNEX- Îro danê sibehê polîsan li navçeya Elkê ya Şirnexê di avêtina ser malan de 3 kes binçavkirin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê polîsan danê sibehê avêt ser gelek malan. Di avêtina ser malan de Rahmî Aykût, Osman Bal û Îhsan Edîş hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku her sê kes di çarçoveya lêpîrsîneke Serdozgeriya Komarê ya Wanê de hatine binçavkirin.
Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Wanê.