NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêze gava ji Herêma Kurdistana Federe vegeriyan Frankfûrtê, li balafirgehê hatibûn binçavkirin. Endamên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Endamên Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêze ku têkildarî operasyona derveyî sînor a Tirkiyeê çûbûn Herêma Kurdistana Federe, îro vegeriyan Almanyayê. Endamên înîsyatîfê Julian Rosterg, Matthias Gerhard, Birthe Witthöft, Lea Vogel, Marlene Förster û Fabian Gottschlich li Balafirgeha Frankfûrtê ji aliyên polîsên alman ve hatin binçavkirin.
6 endamên înîsyatîfê yên hatin binçavkirin, hatin berdan. Piştî berdanê endaman daxuyaniyek da û bertek nîşanî vê helwesta binçavkirinê dan.