Çalakiya greva birçîbûnê di roja 210'emîn de didome

  • rojane
  • 09:02 24 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 210 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 189’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 172’yemîn de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 42'emîn di roja 210'emîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 189’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 189’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 172'YEMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 172'yemîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.   
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

24/06/2021
13:56 Polisan daxuyaniya EŞÎK'ê ya li pêşiya Şûreya Dewletê asteng kirin
13:31 Derbarê bersûcên fîrarî yên doza Hrant Dînk de biryar hat dayîn
13:27 Gunay: Em dikarin bi têkoşînê pergala talan û tecrîdê biqedînin
13:20 Emîne Ayna: Bi daxwaziya azadiya Ocalan min kî kuştiye?
12:53 Rapora TÎHV'ê ya 2020'an: 3 hezar binpêkirin û 404 îşkence pêk hatin
12:47 Qeyûm rengên ku esnafan daliqandin ne eciband
12:34 Îstînafê biryara beraetê xera kir û faîlê destdirêjiyê hat girtin
12:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî serdozgeriyê dan
12:26 Gulcan Dîrîl: Di nav bûyerê de hin kesên din hene
12:25 Konferansa Demokrasiyê dest pê kir
11:58 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtî: Em bi hiqûqa dijminane re rû bi rû man
11:35 Şandeya KNK’ê çû Mexmûrê: Êrişên Tirkiyê li dijî qanûnên navdewletî ne
11:25 Balafirên şer gundê Mijî bombebaran kirin
11:15 Rojnameger Çoban sirgûn kirin
11:14 Penaber bi rojan tî û birçî di axuran de tên sekinandin!
11:02 Jin derdikevin qadan: 1'ê tîrmehê ne dawî destpêk e
10:14 ‘Ev pergala nû bi têkoşîna hevpar dikare were hilweşandin’
10:12 Hevserokê TEV-DEM`ê Hiso: Sewqiyatên PDK'ê provakasyon e
09:57 Polisan kesên Denîz Poyraz bi bîranîn binçav kirin
09:50 Ciwanên HDP'ê ji bo Denîz Poyraz meşiyan
09:31 Caferî: Petrol û gaza xwezayî ku DAIŞ'ê didizî kurê Erdogan bi rê ve dibir
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 210'emîn de didome
09:02 Biraziyê Şaredarê AKP'î ku bû sedema mirina 4 kesan, tenê 8 mehan di girtîgehê de ma
09:02 Ciwanên HDP'î tûrnûvaya futbolê li dar dixin
09:02 Serokê Odeya Çandiniyê Yildiz: Cotkar perîşan bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2021'AN
23/06/2021
23:21 Endamên Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz hatin berdan
23:13 Li Elkê 3 kes hatin binçavkirin
23:08 'Ew gule li gelê kurd hatin reşandin'
20:56 Li Stenbolê gelek sazî çûn şîna Denîz Poyrazê
19:54 Îro 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:17 Bernameya Dersimê ya heyeta KCD û DBP'ê bi dawî bû
18:46 Onder: Bi pêşniyar, teklîf û pejirandina hikûmetê daxilî nav pêvajoya çareseriyê bûm
18:21 Gelek partî, sazî û dezgeh serdana HDP'a Îzmîrê kirin
18:13 Ji bo Denîz Poyrazê mewlûd dan
17:01 Dosyeya ku 20 sal berê jê hatibû darizandin, dîsa jê hat pirsîn
16:34 CPJ: Divê rojnamevan Umêd Beroşkî were berdan
16:17 Ji Serokê terîqatê yê faîlê îstismarê re daxistina 'rewşa baş' kirin
15:55 Endamên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze hatin binçavkirin
15:52 Endamê Dîwana KCD’ê Ozdemîr hat binçavkirin
15:25 EŞÎK'Ê bang li Şûreya Dewletê kir
15:17 ÎHD’a Wanê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:52 Başaran bersiva Bahçelî da: Em hemû Denîz Poyraz in
14:43 Rêxistinên çapemeniyê: Rizandin û rezîliyek wiha qet nehatiye dîtin
14:35 Polîsan mudaxileyî jinên ku xwestin konê li pêş HDP’ê were rakirin kirin
13:31 Amediyan afîşên Dewlet Bahçelî rakirin
13:18 Zaroka ji ber redkirina zewacê hatibû gulebarankirin, piştî 138 rojan mir
13:16 Ji Fatîh Tezcan îttîrafên balkêş: Li jor bahoz rabûye, heke rojek kêzin biteqe...
12:49 Dozger heta 35 salan ceza ji Berdevka TJA’yê Gokkan re xwest
12:22 Maseya ku AKP li aliyekê wê bû kirin hinceta girtina HDP'ê
12:21 Ekolojîst Pfahl: Ger Tirkiye neyê sekinandin, wê pêşiya karesata xwezayî neyê girtin
12:20 Dadgehê bihakirina avê ya li Amedê betal kir
12:00 Malbata Şenyaşar balê dikişîne ser qewimînên li nexweşxaneyê
11:48 Ji bo xwedî derketina Geliyê Perî bang hat kirin
11:34 Li Hezexê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
11:24 ‘Îqtidarên ku partiyên kurdan girtin hemû têk çûn, wê ev jî têk biçin’
10:59 Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:37 Konseya Serokatiya YNK’ê: Em amadene navbeynkariyê bikin
10:28 Di şewatê de 3 zarokên ji Sûriyê jiyana xwe ji dest dan
10:08 ‘Şahidên veşarî’ yên li Mêrdînê di îdianameya HDP’ê de jî cih digirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 209'emîn de didome
09:05 Walîtiya Rihayê dikana ku dabû hosteyê dawî yê qezazê, jê distîne
09:05 ‘Em ê hesabê Sakîne, Sêvê û Denîzan bipirsin'
09:05 Partiyên siyasî: A tê darizandin ne HDP ye, ya didarizîne HDP ye
09:05 Serlêdanên Pêşbazîya Çîrokê ya Şerzan Kûrt dest pê kirin
09:04 Nobeta Dehla Valîdebagê digirin: Em betonê naxwazin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:49 Hevserokê YNK'ê Cengî: Em ê tevlî şerê navxweyî nebin
08:28 Di lêpirsîna Hurmuz Dîrîl de kesek hat girtin
22/06/2021
22:08 Piştî 2 mehan cenazeyê Saglam dan malbatê
21:42 Nobeta ji bo Poyrazê tê girtin didome
20:21 57 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:40 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê derket
17:10 Dadgeha Dihokê salek ceza li rojnamevan Umêd birî
16:54 Li Stenbolê zilamekî hevjîn û kurê xwe kuştin
16:34 KESK: Divê Komîsyona OHAL’ê were betalkirin
16:31 Hevdîtinên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêz e li Silêmaniyê didomin
16:23 Emîne Şenyaşar bi zorê rakirin nexweşxaneyê
16:00 Girtiyê nexweş Tanboga sewqî ATK’a Stenbolê hat kirin
15:45 Girtiyên ji Efrînê: Îşkence li me kirin û gefa destdirêjiyê li me hat xwarin
15:41 Şertên kontrola edlî yên Hevşaredar Elîk û Oncu hatin rakirin
15:39 Di 3 salan 3 caran êriş kir: Çiqas ku tê berdan êriş dike
15:02 Qetilkirina Denîz Poyraz li Serê Kaniyê hat şermezarkirin
14:41 Ayşe Gokkan sibê tê dadgehkirin: Em ê hişmendiya darazê bidarizînin
14:12 Serdanên sersaxiya şîna Denîz Poyraz berdewam dike
14:12 Ji Ustun ji bo heyeta dadgehê: Ev doz mudaxaleyeke siyasî ye û hûn jî dibin amûr
13:49 Bûldan: Bahçelî komkujiyê girt ser xwe
13:47 Serokê Giştî yê PÎA'yê Kamaç: Pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehiyê çareser nabe
13:42 Onaran a ÎHD’yî hat binçavkirin
13:20 Parlamenterên HDP’ê yên Îzmîrê: Faîlên esil li Enqereyê ne
12:41 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:35 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
12:35 Çapameniya kurd talankirina pîşesazî, zeytûn û berhemên dîrokî ya li Sûriyeyê gelek caran nivîsand!
12:32 Fezlekeya ku nehat Meclîsê di îdianemeya HDP’ê de ye!
12:25 Ji bo Tuzel û Şik jî qedexeya siyasî tê xwestin
12:03 Malbata Şenyaşar: Ne çalakiya rûniştinê em ji bo mafekî têdikoşin
11:55 Parêzerên Doza Kobanê: Hiqûqa dijminane bi tundî tê sepandin
11:24 ‘Doza KCK'ê ya Çapemeniyê’ taloq bû
11:16 Li 5 bajaran bi ser 100 malan de girtin
10:57 Ji Merkel û Draghi daxuyaniya peymana penaberan