ENQERE - Li gorî rapora TÎHV'ê; mafê jiyanê yê 3 hezar û 291 kesan hatiye binpêkirin, îşkence li 404 kesna hatiye kirin, ji endamtiyê hezar û 865 kes û ji çalakiyan jî 2 hezar û 14 kes hatine binçavkirin.
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Rapora Mafê Mirovan a Sala 2020'an a Tirkiyeyê weşand. Di raporê de hat destnîşankirin ku kovîd-19 ji bo navendîbûn û mîllîtarîzmê weke firsend hatiye nirxandin û ev tişt hat gotin: "Desthilatê ji aboriyê heta tenduristiya civakê hemû prisgirêkên welat kir pirsgirêka ewlehiyê, hem li welat hem jî li derveyî welat tundiyê esas girt, di çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên navneteweyî de şer û pevçûnê kir polîtîkayeke yek alî. Di bingeha binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkiyeyê de ev sedemên herî girîng in."
Li gorî raporê; mafê jiyanê yê 3 hezar û 291 kesan hatiye binpêkirin, îşkence li 404 kesna hatiye kirin, ji endamtiyê hezar û 865 kes û ji çalakiyan jî 2 hezar û 14 kes hatine binçavkirin.