NAVENDA NÛÇEYAN - Ji nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku PDK’ê desteser kirin, 15 roj in agahî nayê girtin.
Ji Nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhad Hesen û endamê PYD’ê Mistefa Ezîz Mistê ji 10’ê Hezîranê ve agahî ji wan nayê girtin. PDK têkildarî mijarê, agahî dayîna PYD’ê û Rêveberiya Xweser red dike.
Li aliyê din ji ciwanê bi navê Ciwan Ebdûlkerîm ê ji bo tedawîkirina dayika xwe ji Deriyê Sînor ê Xabûr derbasî Herêma Kurdistana Federe bû jî, 17 roj in agahî jê nayê girtin.