AMED - Li taxa Bagcilar a Amedê stasyona bazê ku xelk li dijî derketibû vê carê di çavdêriya polîsan de hat çêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye û Şîrketa Xizmetên Ragihandinê ya Turkcellê li ser çêkirina stasyonên bazê ku li parkan û meydanên bajêr werin çêkirin li hev kirin. Piştî vê lihevkirinê stasyonên bazê tên avakirin.
Li kuçeya 1128’an a taxa Bagcilara navçeya Rezana Amedê du caran hat xwestin li parkê stasyona bazê were avakirin lê şêniyên taxê li dij derketin û asteng kirin. Şîrketa ku stasyonan bazan çê dike vê sibehê çû wê parkê û di çavdêriya polîsan de dest bi avakirina stasyonê kir.
XELKÊ TAXÊ BI BERTEK E
Şêniyên taxê li parkê kom bûn û avakirina stasyona bazê protesto kirin. Welatiyan da zanîn ku ev stasyonên bazê tenduristiya însanan dixin talûkeyê û ew ê destûr nedin ku were çêkirin.
Li parkê çêkirina stasyonê di çavdêriya polîsan de tê çêkirin û welatiyan demek li parkê bi lêdana çepikan protesto kir û paşê belav bûn.