AMED - Rêxistinên sivîl ku li dijî îşkenceyê daxuyaniyeke hevpar dan û derbarê bidawîbûna pêkanînên îşkenceyê ku bi 'polîtîkayên bêcezahiştinê' derket astên cuda daxwazên xwe anîn ziman.
Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, ji bo 26'ê Hezîranê Roja Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine û Dijî Îşkenceyê Têdikoşin daxuyaniyeke hevpar dan. Parastvanên mafên mirovan tevlî daxuyaniya ku li ber Birdariya Mafê Mirovan a li Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê hat dayîn bûn. Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran nivîsara ku li ser navê rêxistinên sivîl hatibû amadekirin xwend.
İŞKENCE PÊKANÎNEKE DEWLETÊ YA SÎSTEMATÎK E
Tûran, diyar kir ku li Tirkiyeyê tevahiya komarê îşkence weke pêkanîneke dewletê ya sîstematîk hatiye berdewamkirin û îşkenceya ku di çalakiyan de ji aliyê leşker û polisan ve li welatiyan tê kirin derketiye astên cuda û wiha got: "Ev jî ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê pêk tê. polis û leşker tundiyê li kesên ku mafên xwe yên demokratîk ê çalakiyê bi kar tînin dikin. Li Tirkiyeyê bi Kovîd-19'ê re girtîgeh di hêla îşkenceyê de bûne cihên herî bixeter."
DAXWAZ
Di berdewamê de Tûran, rawestandin û pêşîgirtina li îşkenceyê berpirsyariya dewletê ye û got ku wê têkoşîna xwe ya li dijî îşkenceyê bidomîminin û daxwazên wan ên ji bo vê yekê wiha rêz kir: "
“* Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê ku bûne weke şert bê.
* Divê rayedarên di her astê de terka gotinên xwe yên ku peznê îşkenceyê û îşkencekar didin bikin, li gorî pêşniyarên saziyên navneteweyî pêkanînên îşkenceyê şermezar bikin.
* Divê di şertên binçavkirinê de ewlehiya usûlê bêkêmasî pêk bên.
* Divê dema binçavkirinê bê kurtkirin.
* Divê Saziya Wekhevî û Mafê Mirovan a Tirkiyeyê bê rakirin û li gorî Peymana Têkoşîna Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (OPCAT) û Şertên Parîsê saziyeke neteweyî bê avakirin.
* Divê raporkirin û belgekirina îşkenceyê li "Protokola Stenbolê" ku belgeya Neteweyên Yekbûyî ye bê kirin.