Dayika Medenî Yildirim: Kujerê Medenî kujerê Denîzê ye

  • rojane
  • 09:13 27 Hezîran 2021
  • |
img
AMED - 8 sal berê li Licê di dema şermezakirina çêkirina qereqolan de polîsan Medenî Yildirim kuştibû, lê hê jî kiryarên wî nehatine darizandin. Dayik Fahriye Yildirim got: "Kujerê Medenî, kujerê Denîzê ye." 
 
Di 28'ê Hezîrana 2013'an de li gundê Hezan ê navçeya Licê ya Amedê, di dema şermezarkirina çêkirina qaleqolan de, cendirmeyên Qereqola Hezanê gelk gulebaran kiribûn. Di dema gulebaranê de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û 9 kes jî bi giranî birîndar bûbûn. 
 
Di kuştina Yildirim de tenê derbarê esker Adem Çîftçî de doz hatibû vekirin. Esker Çîftçî, di danişîna ewil a dozê de ku di 27'ê Cotmeha 2015'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê hatibû lidarxistin, diyar kiribû fermandar emir daye wan û wan jî çek şixulandiye, lê di danişînên din de jî derpêş kiribû ku wî qet çek enşixualndiye û Medenî Yildirim jî nedîtiye. Çendî ku malbata Yildirim delîl berpêş kirin jî di 8'ê Mijdara 2016'an di danişîna 6'an de derbarê esker Çîftçî de biryara beraetê hatibû dayîn. Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê jî biryar xera kiribû û darizandin di 21'ê Kanûna 2017'an de cardin dest pê kiribû. Heyeta dadgehê di 7'ê Sibata 2019'an de diyar kiribû ku derfetên wan tune ye rapora pêzaniyê ya TRT'ê amade bikin û daxwaza ji bo girtina esker Çîftçî jî red kiribû. Dadgeha Îstinfaê xwestibû ji bo kêmasî bên temamkirin, divê li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê rapora pêzaniyê bê amadekirin, lê belê zanîngehê jî diyar kiribû ku di vî warî de pisporên wan tune ne û rapor amade nekiribû. 
 
Danişîna din a dozê ya din dê di 8'ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê bê lidarxistin. 
 
Dayik Fahriye Yildirim, diyar kir ku 8 sal derbas bûne lê hê jî kiryar nehatine darizandin û got: "Em edaletê dixwazin." 
 
‘ÇÛ, HEW HAT' 
 
Dayil Yildirim ku got "Medenê hevalê min bû", anî ziman ku gava kurê wê hatiye kuştin 18 salî bûye. Yildirim, diyar kir ku kurê wê ji ber ezmûnan dereng hatiye gund û got: "Ji bo zanîngehê dişixulî. Xeyalên wî mezin bûn. Lê nîvco man. Medenî, zarokekî pir jîr bû. Dilê wî bi ser gelê wî de bû. Wê rojê me yê li baxçe xwarin bixwara. Lê Medenî ji bo şermezarkirina qereqolê xwarin nexwar û derket,çû. Min xwarina wî hilanî, lê nehat. Min hîs kiribû, ji nişka ve êşek ket dilê min." 
 
Dayik Yildirim, anî ziman ku hemû dîmen li holê ne, lê dîsaî kiryar nayên darizandin. 
 
‘KUJER HEMAN KUJER IN' 
 
Yildirim, destnîşan kir ku armanca van komkujiyan ew e ku dewlet peyamekê bide kurdan û bal kişand ser kuştina Denîz Poyrazê. Dayik Yildirim got: "Kujerê me yê mezin Erdogan e. Kujer ne kesek tenê ye, gelek in. Kujerê Medenî û kujerê Denîzê heman kes e. Kujerên hemû ciwanên kurdan heman kujer in. Navekî li kujerê Medenî dikin, lê kiryar diyar in. Medenî jî digot, bi pêvajoya çareseriyê re pêşî li ber kuştina kurdan vekirine. Pêvajoya çareseriyê bû, deng ji çekan nedihat, xebera şehîdan nedihat. Lê gava pêvajoya çerseriyê qediya guleya ewil bera Medenî dan. Paşê dest pê kir. Goristanên me ji ciwanan xalî nabin. Kiryar Erdogan e, bila aqûbeta wî jî wekî ya Seddam Husên be." 
 
‘KUJERAN DIKIN ŞAHID' 
 
Yildirim, bilêv kir ku bi nedarizandina kujer heqaret li wan tê kirin û got: "Hema bibêje di her danişînê de kujer heqaretê dike. Li dadgehê ji min re digot, 'Madem hûn kurd in, çima hûn hemû namirin.' Ez parastina kujer qebûl nakim. Rasterast Medenî hedef girt. Hûn kê dixapînin. Ew dibêjin me kesek kuşt û hema bibêje kêfa wan pê tê. Fermandarê qereqolê qet nehat darizandin. Tew bi ser de rabûn kujer anîn kirin şahid. Di dawiya danişînê de ew bêsûc, em sûcdar. Ji min re dibêjin, 'Heger Medenî neçûna qereqolê dê şehîd neketana.' Erdogan hat Amedê, Ji bo edaletê çûm wir, ji min pirsîn 'xaltî tu çi dixwazî, tu kar dixwazî, xanî dixwazî?' Ez doza edaletê dikim, ew ji min re qala kar û xanî dikin. Ez edaletê dixwazim. Lê mixabin li vî welatî edalet tune yye. Hele ji bo kurdan qet tune ye." 
 
‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN' 
 
Yildirim di dawiya axaftina xwe de got: "Em dixwazin bes ev xwîn bê rijandin. Em doza aştiyê dikin. Em li dû doza xwe ne. Dê hesabê Medenîyan, Denîzan bê pirsîn. Em nediwestin ne jî dev jê berdidin. Tiştên diqewimin hemû peyam in ji bo kurdan. Medenî, zarokê gelê kurd e. BIla kes netirse, em bidin dû doza xwe. Dê gelek Medenî û Denîz bên. Ew tenê ne MEdenî, dixwazin hemû kurdan bitepisînin. Lê ez ê dev ji doza xwe bernedim. Ma ez bêdeng bimînim, nedim dû ez ê dayyikek çawa bim? Em hêvîşikestî nebin, wêrek bin." 
 
MA /  Eylem Akdag

Sernavên din

27/06/2021
10:58 Li Serdeştê kolberek hat qetilkirin
10:35 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê dixwazin bi tenê nehêlin
09:56 Girtîgeh bi hinceta 'em tên rexnekirin' nameyan desteser dike
09:16 Zarokên Kurd dê bi zimanê xwe li tama klasîkên zarokan yên cîhanê binihêrin
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 213'yemîn de didome
09:14 Dê Demîr giliyê polîsan bike
09:13 Dayika Medenî Yildirim: Kujerê Medenî kujerê Denîzê ye
09:11 Wesayît ajotin ser, bi mirin gef lê xwarin
09:10 Dê li Rihayê deng ji fîqê neyê!
09:08 Aycan a bi salan tahde lê hat kirin: Di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan
09:06 Akademîsyenên Aştiyê: Daxwaza me ya ji bo aştiyê didome
09:04 Li Wanê kêlî bi kêlî dîmenên trajediya penaberan
09:01 Li Mamakê roj li nîvro tiryakê difiroşin!
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:30 Baroya Çewlîgê: Bi şewatan, herêmê tînin asta ku jiyan lê nebe
26/06/2021
20:57 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Tecrîdê şermezar kirin
17:02 Li Dara Hênî şewat: Gund dibin xeteriyê de ne
16:32 Komeleya Jinan a Rosa rêveberiya xwe ya nû hilbijart: Em di parastinê de ne
16:03 ÎHD’ê bang kir ku girtiyê nexweş Çalişkan were berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku nexweşê bîpolar û şîzofreniyê Aydemîr were berdan
15:10 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Em ê têkoşîna li dijî bêcezatiyê bidomînin
14:33 Di dema emeliyatê de girtiyê nexweşê penceşêrê kelemçe kirin
14:24 Dema bavê wî winda kirin 4 salî bû: Dixwazim gorek wî hebe
13:56 TGC'ê Veyîs Ateş ji endamtiya xwe derxist
13:47 Îşkence bi 'polîtîkayên bêcezahiştinê' derket astên cuda
13:40 Li dadgerê ku ji kurtbûna etek re girtek girt ceza hat birîn
13:39 Parêzerên Doza Xelfetî: Berî ku lêpirsîna îşkenceyê bidawî bibe, biryar dan
12:51 ‘Reva ji zilmê bû sedema mirina wî’
12:28 Baroya Stenbolê wê ji bo piştgiriya Malbata Şenyaşar bê Rihayê
12:01 Xizmên Windayan li aqûbeta Guler pirsîn
10:42 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
10:38 Ocalan: Sûcê min vexwendina jiyana azad e
09:14 Di erdhejê de xaniyên gundên Depê xesar dîtin
09:00 Dêra hezar û 400 salî kirine axur!
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 212'emîn de didome
09:00 ‘Civaka ku jinê bi tenê bihêle, dê têk biçe'
09:00 Pakêta Darazê ya 4'an: Dê ne bi kêrî mexdûr, bi kêrî kiryar bê
09:00 Ozturk: Dê mohra li deriyê KCD'ê nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire
09:00 Li Hewengê 6 sal in ceryana ava 15 hezar dekar erdî hatiye qutkirin
09:00 Serokê Baroya Şirnexê: Em ê hewl bidin pêşî li binpêkirinên mafan bigirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
25/06/2021
23:01 Tirkiyeyê li wî aliyê sînor 70 heb binkeyên eskerî ava kiriye û 30 hezar esker bi cih kirine
22:40 Li Xarpêtê erdhej
21:05 Dadgehê 50 sal ceza li wan birî
20:43 Li Dara Hênê agir bi daristanê ket
20:38 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Di Doza Kobaniyê de 4 kesên din jî hatin berdan
16:59 Hat angaştkirin ku li Rihayê ciwanekî dawî li jiyana xwe aniye
16:51 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Ozkan bê berda
15:38 2 sal şûnde lawê xwe yê girtiyê nexweş dît
15:22 Jinan li Semsûrê qetilkirina Poyraz şermezar kirin
15:22 Hat angaştkirin ku di hewadariya Giretîgeha Amedê de gule hatiye berdan
15:16 Danişîna Mûsa Farîsogûllari hat taloqkirin
15:11 Hunermend Kazim Koyûncû li ser gora xwe hat bibîranîn
15:10 Rapora girtîgehê: Muameleyên xirab, lêdan û îşkence zêde bûn
14:52 Di doza Gokalp de 'şahid' çerx kir: Nizanim min ji kesek din bihîst
14:39 Endamên Partiya Şoreşger û Dev-Guçê hatin berdan
14:33 DAIŞ’ê li Kerkukê êriş kir: 5 polîsan jiyana xwe ji dest dan
14:32 Stasyona bazê di çavdêriya polîsan de tê çêkirin
14:00 Maçoglû: Şahidê nepen ê di Doza Kobanê de veşartin, di doza girtina HDP’ê de derket holê
13:32 YE'yê ji bo Tirkiyeyê 3 milyar euro erê kir
13:31 Doza ‘rêziknameya înfazê’ ya Baroya Amedê hat redkirin
13:31 21 rêxistinên sivîl ji bo Ozkan banga berdanê kirin
13:11 Ji bo derbasî TÎP'ê bibe ji CHP'ê îstifa kir
13:11 Hevşaredara Dêrikê Esmez hat berdan
13:06 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:46 Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan Mehmet Emîn Ozkan
12:09 Doza Kobanê berdewam dike
11:28 Malbata Şenyaşar wê hevdîtinên xwe yên li Stenbolê bidomîne
11:26 Wezareta Karên Derve ya Norwecê: Em hebûna Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê bifikar in
11:09 Li Xarpêtê qeza: 3 kes mirin, 12 kes birîndar bûn
11:07 Îdiaya îşkence li Denîz Poyraz hatiye kirin: Divê testa DNA’ya kêran were kirin
10:46 Sancar: Wê rêya me gel diyar bike
09:30 AYM wê serlêdana Gergerlîoglû di 1’ê tîrmehê de binirxîne
09:26 200 mih û berx di bombebarana Tirkiyê de mirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 7 meh li pey xwe hişt
09:05 Orhan: Dê nikaribin gelê ku HDP'ê kiriye HDP biqedînin
09:05 Parêzer Erol: Hat dîtin ku darizandina siyasetmedarên kurd ne hêsan e
09:05 'Divê hêla Kazim a xwedîderketina li şoreşgeriyê jî neyê jibîrkirin'
09:05 'Sedema krîzê polîtîkaya şer a Erdogan e'
09:05 Ava Heskîfê kêm bû, avahiyên dîrokî xuya kirin
09:05 Di 4 salan de derbarê rojnamevan Candemîr de 40 lêpirsîn
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:19 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
24/06/2021
20:10 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 49 hezar û 417
17:05 Malpera Jinnewsê 31 car e tê astengkirin
16:19 Ji bo şahidê doza rojnamevan Orûç biryara girtinê hat dayîn
15:57 Gundê Mijî 7 caran hat bombebarankirin
15:51 Zilamekî li Reyhanliyê tecawizî jina 78 salî kir
15:47 Balafirgeha Amedê ku di êrişa hewayî de xesar dîtibû sibe vedibe
15:26 Rapora Girtîgeha Êlihê: Lêgerîna tazî, îşkence û miemeleya xerab
15:13 Ji 3 kesên ku PDK’ê desteser kirin agahî nayê girtin
15:02 TTB’ê û Odeya Bijîşkan a Amedê daxwaza darizandineke adil kirin
14:49 Malbata Şenyaşar jî li Konferansa Demokrasiyê ye: Malbata min tune kirin
14:38 TÎGEM ji bo sewal nefirin dîwar lê dike!
14:34 Rojnameya Avrupa ji bo Bahçelî got: TU YÎ Terorîst
14:32 Di Konferansa Demokrasiyê de nirxandina têkoşîna hevpar hat kirin
14:23 Ji bo beşdariya meşa Denîz Poyraz bang hat kirin
14:03 Hat xwestin dozên rojnamevan Evren bibin yek