ÇEWLIG - Şewata li herêma Sûveran a navçeya Dara Hênê ku derket di roja sêyemîn de berdewam dike û ji ber dereng mudaxile hatiye kirin herêma Koya Spî hemû şewitî ye û xelkê got qereqolê agir berdaye xwezaya wan.
Li herêma Sûveran a bi ser navçeya Dara Hênê ya Çewligê ve ji roja 25’ê hezîranê ve şewat derketiye û bi tesîra bayê re agir li gundên Gaz, Şêxîsmal û Xodan belav bû. Sedemê derketina şewatê nayê zanîn û 20 jîngehên li herêmê di bin tesîra şewatê de man. Welatiyên herêmê dibêjin dereng mudaxileyî şewatê hatiye kirin û kêm bûye. Welatiyan got îro jî şewatê dewam kiriye û talanek mezin pêk hatiye û qadek mezin şewitî ye.
WELATÎ: QEREQOL ŞEWATÊ DERDIXE
Welatiyan destnîşan kir ku her sal li herêma wan şewat derdikeve û sedemê derxistina şewatê jî qereqola leşkerî ye. Welatiyan diyar kir ku di şewatê de xweza talan bûye û gelek cûreyên rawir û ajalan jî jiyana xwe ji dest dane û şewat li mintîqeya Koya Spî belav bûye û beşek mezin ev dever jî şewitî ye.