NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistana Federe cezayê li 5 rojnamevanan hatibû birîn erê kir.
Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistana Federe li rojnamevanan ceza barand. Sala parî li bajarê Dihokê bi îdiaya "Herêmên hesas ên Herêma Kurdistanê û saziyên wan kirine hedef" rojnamevan û aktîvîst Şervan Şerwani, Şivan Saîd, Ayaz Kerîm, Harîwan Îsa û Guhdar Zebarî li her yekê 6 sal cezayê hefsê li wan birîbû. Dadgeha Temyîzê cezayê rojanemvanan erê kir û bi giştî 30 sal ceza li 6 rojnamevanan birî. Beriya niha jî bi çendekî PDK'ê ceza li du rojnamevanan birîbû.