* Rojnamevan-nivîskar Ayşe Duzkan diyar kir ku AKP li ser kevneşopiya Îhvan tevger dike û polîtîkaya wê zayendperest wê ji partiyên din ên rastgir cuda dike û got: “Îtîraza ku dixwaze vê pergalê biguherîne, gelek wê aciz dike. Çimkî em jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin.”
* Derbarê rêveberê MEBYA-DER’ê Azîz Olçen de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de kartvîzîtê ÎHD’ê wek delîliya “endamtiya rêxistinê” hatiye nîşandan.
* Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstikek nû derdikeve pêşberî şanohezan. Yekem car lîstika Don Kîşot bi kurdî hat amadekirin û wê di 29’ê hezîranê de promiyera lîstikê were pêşandan.
* Çalakiya "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 112'emîn de li ber Edliyeya Rihayê bidome.
* Danişîna doza Hatîce Şahîn wê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. (09.00-17.00)
* HDP û MED-DER bi hevkarî bi dirûşma "Dem Dema Parastina Ziman e" li Otela Demîr a li Sûrê wê komxebata du rojan berdewam bike li dar bixin. (10.00)
* Danişîna 2'yemîn a doza 13 polîsên ji kuştina Metîn Lokumcû tên darizandin wê li Dadgeha Trabzonê were lidarxistin. (10.30)
* Danişîna 2'yemîn a doza 12 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê wê li Dadgeha Stenbolê were lidarxistin. (10.30)
* Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan wê têkildarî doza girtina partiya xwe bi hiqûqzanan re li Otela Elite World a li Taksîma Stenbolê bicivin. (13.00)