Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye

  • rojane
  • 09:11 29 Hezîran 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Li Kerboranê di şikeftekê de qoqê seriyan û hestiyên 40 kesî hatibûn dîtin. 13 meh derbas bûn, hê jî lêkolîna derbarê hestiyan de temam nebûye. Xizmên windayan û parêzerên wan xwestin rojek berî rojekê lêkolandin temam bibe. 

Lêpirsîn û dozên derbarê cinayetên "kiryar nediyar" ên bi destê JÎTEM'ê û komên bi vî rengî hatibûn kirin de, yeko yeko hatin girtin. Yek ji deverên ku herî zêde cinayetên bi vî rengî lê çêbûne jî navçeya Kerboran a Mêrdînê ye. Li navçeyê herî kêm 55 sivîl hatine kuştin û windakirin. Heya niha hê jî aqûbeta 45 kesan nediyyar e. Herî dawî dı 28'ê Gulana 2020'î de li mezrika Libka Kaniya ya gundê Derêca yê navçeyê di şikeftekê de qoqê seriyan û hestiyên 40 kseî hatibûn dîtin. 
 
Hestî ji aliyê Îrfan Yakût v hatibûn dîtin ku bavê wî Yakûp Yakût di sala 1993'yan de hatibû dinçavkirin û paşê hatibû windakirin. Piştî hestî hatin dîtin, gundiyan serî li Serdogeriya Komarê ya Kerboranê dan û piştî li cihê bûyerê lêkolîn hatin kirin, hestî hatin berhevkirin. Ji bo DNA'yê hestî şandin Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Lê belê 13 meh derbas bûne, hê jî vekolandina derbarê hestiyan de bi dawî nebûye. 
 
ÎFADA WAN NEGIRTIN 
 
Îrfan Yakût ku hestî dîtibûn, anî ziman ku niha nizanin aqûbeta hestiyan çi ye û ji bo vê ne ew ne jî parêzer tên serwextkirin. Yakût got: "Piştî bûyerê me daxwazname dan. Lê kesî îfadeya me negirt. Demildest divê aqûbeta hestiyan bê aşkerekirin." 
 
28 SAL IN LI BENDÊ NE 
 
Yakût, anî ziman ku bavê wî di sala 1993'yan de hatiye binçavkirin û paşê hatiye windakirin û piştî ehstî dîtine hêviya wan çêbûye û got: "Di sala 2012'an de di lêpirsînên derbarê kiryar nediyaran de li Kerboranê hestiyên 9 kesan hatibûn dîtin. Piştî ev hestî hatin dîtin, me got qet nebe bila gorek bavê me hebe. 28 sal in em li bendê ne. Em naxwazin 28 sal in din jî li bendê bin." 
 
PARÊZER: DIVÊ RASTÎ BÊ AŞKEREKIRIN 
 
Parêzer Erdal Kûzû ku parêzeriya malbatên mexdûr dike, anî ziman ku ji salekê zêdetir di ser re derbas bûye lê belê hê jî vekolandin temam nebûye. Parêzer Kûzû, diyar kir ku ew wisa difikirin ku ev hestî ên kesên di sakên 90'î de hatine windakirin û got: "Lê dê encama teqezbûyî piştî encama cekolandina DNA'yê derkeve holê. Lewma divê rojek berî rojekê ev hestî bên tespîtkirin. Jixwe malbatên ku berê serî li me dabûn, ji bo nimûneyê xwîn dabûn. Ev nimûne li ATK'ê ne. Lewma dikarin bidin ber hev du. Ji bo rastî derkeve holê divê hinekî zû bikin." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

30/06/2021
10:19 Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye
10:11 Bi rojane agahî ji nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin
09:51 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Heta ku kurdî azad bibe em ê têbikoşin
09:19 Ên ku belgeya wan a karbidestiyê tune be, dê nikaribin bifiroşin
09:18 Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Kûran: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
09:13 Koma 44'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:13 Sînemaya Yilmaz Guney: Hat girtin, hat şewitandin, niha jî dê bikin park
09:09 Dozgeriyê dosyeya qeymeqam Safîturk ji bîr kiriye
09:09 Nûnerên partiyên siyasî: Ê partiyan ava dike gel e û yê wan bigire jî gel e
09:08 PDK'ê 6 sal ceza li birayê min birî û derbarê min de jî biryara girtinê da
09:07 Kinyasê Hemîd: Heke kurd nebin yek wê Kurdistan ji dest biçe
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
29/06/2021
22:05 Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Don Kîşotê leyîst
21:33 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:31 Li herêma Omeriya agir bi daristanê ket
21:10 Rêxistinên ciwanan: Kujerên Denîz Poyrazê û yên Pirsûsê heman kujer in
19:26 Rojnamevan Erencî hat bibîranîn
18:36 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:51 Dadgehê 4 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Çoban birî
17:37 Dîroknasê kurd Ulugana hat berdan
17:21 Li Wanê 10 ciwanên di binçavan de hatin berdan
17:09 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tundiya polîsan şermezar kirin
17:08 Dîrokzan Sedat Ulugana li Maltayê hat binçavkirin
17:04 Xebata DEDAŞ'ê ya bêdestûr li darazê eleqî
16:55 Li Rihayê 4 kes hatin girtin
16:39 Danişîna zarokên ku polisan îşkence li wan kir taloq bû
15:44 Polîsan avêt ser govên ku penaber tê de dihatin ragirtin
15:37 Sancar: Em ê têkoşîna hevpar dawî li pergala talanê bînin
14:51 Dadgeha Amedê cezayê hefsê li rojnamevan Boltan birî
14:21 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîra anîn: Ji miriyên me jî ditirsin
13:55 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Em ê dorpêçê bi piştevaniyê bişikînin
13:49 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê 3 hezar û 300 km rê gerandin e
13:35 Şewata li Dara Hênê hat vemirandin
13:32 Serdanên Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê didomin
13:25 Li Silopiya pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
13:14 Li Sêrtê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin
13:06 Li parçeyên ku ji laşê wan veqetandine digerin!
12:58 Dozgerê li dosyeya Malbata Şenyaşar dinêre cara 8’emîn guherî
12:43 Aldar Xelîl: MÎT û Muhaberat hevkariyê dikin
12:23 Parêzerên Ocalan serî li serdozgeriyê dan
12:18 Hunermendan serdana Wezareta Pêşmergeyan kir: Wezaretê soz da me ku wê şer dernekeve
12:11 Cendermeyan bi ser gund de girt û ava gundiyan qut kirin
11:56 Li Bestayê şewat belav dibe
11:48 Navnîşana nû ya tunekirina daran Besta
11:20 Kurê Metîn Lokûmcû: Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê edaletê bînim
10:44 Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin
10:08 Jin wê di 1’ê Tîrmehê de dakevin qadan
09:59 Li Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat
09:23 Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 215'emîn de didome
09:22 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Plana ku kurdan bera kurdan bidin xistine dewrê
09:22 Girtîgeha Kepsûtê ji ber 'cezayên berê' wî bernade
09:21 Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî
09:11 Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye
09:11 Dozger derbarê bûyera îşkenceyê de biryara 'neşopandinê' da
09:10 Kedkarên HDP'ê: Em ê hîn bêtir xurt bibin
09:10 Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e
09:09 Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand
09:07 Zibare û stran palehiyê xweş dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'AN
28/06/2021
19:57 Piştî 5 salan cenazeyê Oner dan malbatê
16:40 TJA’yê serdana HDP’ê û malbata Poyraz kir
15:51 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em têkoşîna hiqûqê qeydî dîrokê bikin
15:13 Doza xwendekarên Bogazîçiyê hat taloqkirin
14:15 Şandeya dadgehê ya Doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat guhertin
14:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Dev jê berdana peymanê, pejirandina dijminantiya jinê ye
13:26 Qaymeqamê Pişderê Rûdawê derewand
13:04 Komxebata ‘Dem Dema Parastina Ziman e’ dest pê kir: Roj roja xwedî derketina ziman e
12:57 Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye
12:52 Parêzeran cardin ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat berdan
12:09 Di şerê navbera du malbatan de kesek mir
11:40 Nobeta ‘edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 112’emîn de ye
11:40 Li Bestayê şewat derket
11:25 Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir
11:00 Danişîna rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
10:25 Endamên AKP'î jî erê kirin lê tenê doz li HDP'iyan hat vekirin
10:21 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 214'emîn de didome
09:01 Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot
09:01 Kartvîzîtên komeleyan wek delîliya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nîşandan
09:01 Duzkan: Jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'AN
27/06/2021
21:10 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê kirin
20:57 Li Gola Wanê tav bi zeraqên xweşik xatir dixwaze
20:40 Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê 5 rojnamevanan erê kir
20:33 Li Hîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
20:29 Ji ber koronayê 52 kesên din jî mirin
19:16 Di şewata li Marmarîsê de kesekî jiyana xwe ji dest da
18:13 Ji bo bîranîna 61 penaberan qerenfîl avêtin Gola Wanê
17:06 Polîsên Elman tundiyê li endamên Defend Kurdistanê kirin û binçav kirin
16:33 Şewata li Çewligê di roja sêyemîn de ye: Qadek mezin talan bû
16:28 Li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî
16:05 Xwebûn bi manşeta ‘Em ê tune nebin’ derket
14:33 Ciwanên wanî, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin
13:53 Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê xwarin
12:56 Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:45 Tîmên dij-terorê yên PDK'ê Hevalê 15 salî qetil kirin
11:29 Eskeran penaber remî kirin: 2 mirî, 12 birîndar
11:09 Tirkiyê Deşta Nînowayê bombebaran kir