Li parçeyên ku ji laşê wan veqetandine digerin!

  • rojane
  • 13:06 29 Hezîran 2021
  • |
img
 
SEMSÛR - Mehmet Coşkûn ê ji malbatên mexdûran destnîşan kir ku Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê bi guhertina şandeyê ya cara şeşemîn ber bi “demboriyê” ve ve tê birin û li parçeyekî ku ji laşê wan veqetandî digerin.   
 
Di navbera 29’ê cotmeha 1995’an û 8’ê Adara 1996’an li navçeya Kerborana Mêrdînê Davût Altinkaynak (12), Seyhan Dogan (14), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdurrahman Olcay (20), Abdurrahman Coşkûn (21), Hîkmet Kaya (24), Suleyman Seyhan (57) û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Ji ber guhertina şandeyê ya cara şeşemîn di danişîna doza têkildarî windakirina wan hatiye vekirin de dîsa biryar derneket. Di danişîna 22’yemîn a duh li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat dîtin de ji bo di mutalayê de guhertin were kirin dosya ji dozger re hat şandin û danişîna taloqî 11’ê cotmehê hat kirin. 
 
Di 21’emîn danişîna doza JÎTEM’ê ku 29’ê adarê de hatibû dîtin, dozger di mutalaya xwe ya pêşkêş kir de derbarê bersûcên ku heta niha qet nehatin eywana danişînê daxwaza beraetê kiribû. Malbatên mexdûran diyar kirin ku di dosyayê de bersûc tên parastin û dosya gav bi gav ber bi “demboriyê” ve diçe û li benda “edaletê” ne. Danişîna dozê bi hêceta “Ewlehiyê” ji navçeya Mîdyada Mêrdînê ku 38 kîlometreyan ji navçeya Kerboranê dûr e veguhestin Semsûra 416 kîlometreyan wêdetir. Di danişînê de koltuxên bersûcan vala bimînin jî malbatên mexdûran beşdarî her danişînê bûn. 
 
Xizmên mexdûran Haznî Dogan, Abdulazîz Altinkaynak û Mehmet Coşkûn ên 7 sal in beşdarî hemû danişînan dibin tiştên ku di 26 salên derbasbûyî de hat serê wan ji ajansa me re vegotin. 
 
26 SAL IN TÊKOŞÎNA HIQÛQÊ DIDIN
 
Bavê Davut Altûnkaynak ê di 12 salî ku hatibû windakirin, Abdulazîz Altûnkaynak diyar kir ku ji bo tevlî her danişînê bibin ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku 330 kîlometreyan ji Semsûrê dûre, dikevin rê û piştî 20 salan hestiyên zarokê xwe li gundê Dîlan ê girêdayî Kerboranê ji bîreke 120 metre kûr de derxist. Altunkaynak destnîşan kir ku bi malbatên mexdûr ên din re 26 sal in qet dest ji têkoşîna xwe ya “hiqûqê” bernedane. 
 
BERSÛC HATIN XELATKIRIN
 
Altunkaynak, bi lêv kir ku malbat ji bajarên weke Stenbol, Konya, Kerboran û Nisêbînê beşdarî danişînan dibin û wiha got: “22 meh in em beşdarî danişînan dibin. Ji bo me ceza bikin danişîn veguhestin vê derê. Ligel vê yekê jî em beşdarî her danişînê dibin, hêj me rûyê bersûcekê jî neditiye. Carna bi rêya SEGBIS’ê beşdar dibin lê em bi sedan kilometre rê didin ber xwe û tên. Zarokên temenê wan di navbera 12 û 15 salî de hatin qetilkirin. Ligel ku kujerên zarokan bên girtin, dewletê ew xelatkirin.”
 
HIŞYARIYA DEMBORÎNÊ
 
Altunkaynak, bertek nîşanî guhertina şandeya dadgehê ya cara şeşemîn da û wiha axivî: “Danişîneke ku em li benda biryarê bûn dîsa şande hat guhertin. Wateya we ewe ku dixwazin demê dosyayê bibore. Dixwazin bersûcan derxînin paqijiyê. Heviya me ewe ku parazvanên mafên mirovan li vê dozê xwedî derkevin. Herkesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im berî ku dema dozê bibore ji bo ku encam bigire di nava hewldanê de bin û ji bo bersûcan bidin girtin bixebitin.”
 
HEMÛ TÊKILDARÎ HEV IN
 
Birayê Seyhan Dogan (14) ê hat windakirin, Haznî Dogan jî beşdarî hemû danişînan bûye. Dogan anî ziman ku dema 11 salî bû ligel birayê xwe hatibûn binçavkirin û îşkencekirin û piştî 4 rojan hatibûn berdan. Dogan da zanîn ku piştî ku tiştên hatine serê wan ji malbata xwe re vegotin û ligel malbata xwe daxwazaname dan dozgeriyê careke din hat binçavkirin û 20 rojan di îşkenceyê de ma. Dogan diyar kir ku 26 sal in bi malbata xwe re ji bo bersûc werin darizandin têdikoşin û wiha got: “Dayikên Şemiyê demekî dirêje ji bo zarokên xwe yên hatine windakirin têdikoşin. Ev dosya hemû girêdayî hev in. Heke darizandineke baş û rast were kirin wê hemû jî derkevin holê. Ji ber vê yekê dixwazin tu tişt dernekeve holê.”
 
‘EM Ê HETA DAWIYÊ BIŞOPÎNIN’
 
Dogan destnîşan kir ku dosya bi hêceta “ewlehiyê” ji Merdînê veguhestin Semsûrê û wiha axivî: “Ligel ku dosya bi hêceta ewlehiyê veguhestin jî kesên qetilkirin heta niha qet beşdarî danişînê nebûn. Dixwazin me malbatan biwestînin û dosyayê bêxwedî bihêlin. Dema em nehatin van deran wê li gorî serê xwe tevbigerin û biryarên bêhiqûq bigirin. Hatina me ya vê derê ewe ku em bêjin 'em ê heta dawiyê şopdarên vê dozê bin'. Vê danişînê veguhêzin ku derê jî em ê li wir bin.”
 
DAXUYANIYÊN PEKER
 
Dogan destnîşan kir ku tiştên rêveberê çete yê têkiliya wî bi dewletê re heye Sedat Peker dibêje, ew bi sala ne dibêjin û wiha berdewam kir: “Me faîlên cînayetên kiryarên wan diyar ên salên 1990’ê yek bi yek aşkera kirin. Tiştên ku Peker dibêje bi salane em tînin ziman. Têkiliya kesên weke Mehmet Agar û Tansû Çîler rastetast bi vê dosyayê re heye.  Fermandarê Cendermeyan ê Kerborênê yê wê demê di konakên Mehmet Agar dimîne û bi şaredariyê tê xelatkirin. Dozgerekî wêrek nîne derkeve û van bi darizîne.”
 
‘DIVÊ HER KES VÊ DOSYAYÊ BIŞOPÎNE’
 
Dogan bal kişand ser 26 salên ji bo ku bersûc werin cezakirin û got: "Ji bo cezakirinê tu gav nehatine avêtin. Dema gotûbehs dibin kurd edalet naxebite, dadgeh bê bandor dimînin.” Dogan anî ziman ku têgeha “kiryarên nediyar” a ji bo dosyayên dozê tê gotin ne rast e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku faîl diyar in divê ev têgeha ‘kiryarên nediyar’ neyê gotin. Divê herkes bibe dengê Dayikên Şemiyê û vê dosyayê bişopînin. Ev dosya dê û bavên me dişopandin lê niha ew najîn, em dişopînin, em nebin wê zarokên me bişopînin.”
 
PARÇEYEK JI LAŞE WAN
 
Birayê Abdurrahman Coşkûn (21) ê hat windakirin, Mehmet Coşkûn jî diyar kir ku li eywanên dadgehê “li parçeyekî ku ji laşê xwe windakirî digerin” û wiha got: “Bi tank û topên xwe hatin ji malên wan girtin û ew di bin çavan de winda kirin.” Coşkûn bi bîr xist ku di 20 salên derbasbûyî de qadên ku hestiyên lê hatin dîtin niha “heremên parastina eskerî ne.” 
 
‘EM Ê DEST JI DOZÊ BERNEDIN’
 
Coşkûn bi lêv kir ku bersûc ji aliyê şandeya dadgehê ve tên parastin û wiha axivî: “Li şûna ku ev kujer di girtîgehê de bin, ji ber dadgehên ku hiqûqê pêk naînin li der ve destên xwe dihejînin û digerin. Heviyeke me ku edalet pêk were nîne lê ji vê rêyê zêdetir rêyên me tune ne. Kujerên zarokên me, bawer dikin ku ev peywî li ser navê dewletê kirine. Zarokekî 12 salî dê dewletê çawa hilweşîne? Em ê pey vê dozê bernedin. Heta ku kujer neyên darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

30/06/2021
10:19 Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye
10:11 Bi rojane agahî ji nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin
09:51 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Heta ku kurdî azad bibe em ê têbikoşin
09:19 Ên ku belgeya wan a karbidestiyê tune be, dê nikaribin bifiroşin
09:18 Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Kûran: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
09:13 Koma 44'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:13 Sînemaya Yilmaz Guney: Hat girtin, hat şewitandin, niha jî dê bikin park
09:09 Dozgeriyê dosyeya qeymeqam Safîturk ji bîr kiriye
09:09 Nûnerên partiyên siyasî: Ê partiyan ava dike gel e û yê wan bigire jî gel e
09:08 PDK'ê 6 sal ceza li birayê min birî û derbarê min de jî biryara girtinê da
09:07 Kinyasê Hemîd: Heke kurd nebin yek wê Kurdistan ji dest biçe
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
29/06/2021
22:05 Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Don Kîşotê leyîst
21:33 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:31 Li herêma Omeriya agir bi daristanê ket
21:10 Rêxistinên ciwanan: Kujerên Denîz Poyrazê û yên Pirsûsê heman kujer in
19:26 Rojnamevan Erencî hat bibîranîn
18:36 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:51 Dadgehê 4 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Çoban birî
17:37 Dîroknasê kurd Ulugana hat berdan
17:21 Li Wanê 10 ciwanên di binçavan de hatin berdan
17:09 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tundiya polîsan şermezar kirin
17:08 Dîrokzan Sedat Ulugana li Maltayê hat binçavkirin
17:04 Xebata DEDAŞ'ê ya bêdestûr li darazê eleqî
16:55 Li Rihayê 4 kes hatin girtin
16:39 Danişîna zarokên ku polisan îşkence li wan kir taloq bû
15:44 Polîsan avêt ser govên ku penaber tê de dihatin ragirtin
15:37 Sancar: Em ê têkoşîna hevpar dawî li pergala talanê bînin
14:51 Dadgeha Amedê cezayê hefsê li rojnamevan Boltan birî
14:21 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîra anîn: Ji miriyên me jî ditirsin
13:55 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Em ê dorpêçê bi piştevaniyê bişikînin
13:49 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê 3 hezar û 300 km rê gerandin e
13:35 Şewata li Dara Hênê hat vemirandin
13:32 Serdanên Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê didomin
13:25 Li Silopiya pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
13:14 Li Sêrtê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin
13:06 Li parçeyên ku ji laşê wan veqetandine digerin!
12:58 Dozgerê li dosyeya Malbata Şenyaşar dinêre cara 8’emîn guherî
12:43 Aldar Xelîl: MÎT û Muhaberat hevkariyê dikin
12:23 Parêzerên Ocalan serî li serdozgeriyê dan
12:18 Hunermendan serdana Wezareta Pêşmergeyan kir: Wezaretê soz da me ku wê şer dernekeve
12:11 Cendermeyan bi ser gund de girt û ava gundiyan qut kirin
11:56 Li Bestayê şewat belav dibe
11:48 Navnîşana nû ya tunekirina daran Besta
11:20 Kurê Metîn Lokûmcû: Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê edaletê bînim
10:44 Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin
10:08 Jin wê di 1’ê Tîrmehê de dakevin qadan
09:59 Li Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat
09:23 Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 215'emîn de didome
09:22 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Plana ku kurdan bera kurdan bidin xistine dewrê
09:22 Girtîgeha Kepsûtê ji ber 'cezayên berê' wî bernade
09:21 Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî
09:11 Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye
09:11 Dozger derbarê bûyera îşkenceyê de biryara 'neşopandinê' da
09:10 Kedkarên HDP'ê: Em ê hîn bêtir xurt bibin
09:10 Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e
09:09 Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand
09:07 Zibare û stran palehiyê xweş dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'AN
28/06/2021
19:57 Piştî 5 salan cenazeyê Oner dan malbatê
16:40 TJA’yê serdana HDP’ê û malbata Poyraz kir
15:51 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em têkoşîna hiqûqê qeydî dîrokê bikin
15:13 Doza xwendekarên Bogazîçiyê hat taloqkirin
14:15 Şandeya dadgehê ya Doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat guhertin
14:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Dev jê berdana peymanê, pejirandina dijminantiya jinê ye
13:26 Qaymeqamê Pişderê Rûdawê derewand
13:04 Komxebata ‘Dem Dema Parastina Ziman e’ dest pê kir: Roj roja xwedî derketina ziman e
12:57 Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye
12:52 Parêzeran cardin ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat berdan
12:09 Di şerê navbera du malbatan de kesek mir
11:40 Nobeta ‘edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 112’emîn de ye
11:40 Li Bestayê şewat derket
11:25 Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir
11:00 Danişîna rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
10:25 Endamên AKP'î jî erê kirin lê tenê doz li HDP'iyan hat vekirin
10:21 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 214'emîn de didome
09:01 Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot
09:01 Kartvîzîtên komeleyan wek delîliya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nîşandan
09:01 Duzkan: Jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'AN
27/06/2021
21:10 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê kirin
20:57 Li Gola Wanê tav bi zeraqên xweşik xatir dixwaze
20:40 Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê 5 rojnamevanan erê kir
20:33 Li Hîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
20:29 Ji ber koronayê 52 kesên din jî mirin
19:16 Di şewata li Marmarîsê de kesekî jiyana xwe ji dest da
18:13 Ji bo bîranîna 61 penaberan qerenfîl avêtin Gola Wanê
17:06 Polîsên Elman tundiyê li endamên Defend Kurdistanê kirin û binçav kirin
16:33 Şewata li Çewligê di roja sêyemîn de ye: Qadek mezin talan bû
16:28 Li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî
16:05 Xwebûn bi manşeta ‘Em ê tune nebin’ derket
14:33 Ciwanên wanî, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin
13:53 Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê xwarin
12:56 Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:45 Tîmên dij-terorê yên PDK'ê Hevalê 15 salî qetil kirin
11:29 Eskeran penaber remî kirin: 2 mirî, 12 birîndar
11:09 Tirkiyê Deşta Nînowayê bombebaran kir