MÊRDÎN - Agirê ku li herêma Omeriya bi daristanê ket, ji ber ba berbelav dibe.
Îro danê êvarî li texma gundê Mercê yê herêma Omeriya ya Mêrdînê, agir bi desritanê ket. Îtfaiyeyê û şêniyên herêmê mudaxileyî şewatê kirin, lê ji ber ba nikaribûn agir bitefînin û şewta xwe gihand nêzî gundê Kurikê.
Şêniyên herêmê diyar kirin ku heya niha agir devereke hezar donimî daye ber xwe û her diçe belav dibe.