ÊLIH - Zeynep Kinaci li Êlihê bi merasîmekê hat bibîranîn.
Zeynep Kinaci (Zîlan) a di 30’ê hezîrana 1996’an de li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, li Êlihê bi merasîmekê hat bibîranîn. Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya rêxistina HDP’ê merasîm li dar xist û Dayikên Aştiyê û gelek aktîvîstên TJA’yê beşdar bûn. Di merasîmê de li derdora wêneyê Zîlanê find hatin pêxistin.
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî Gurbet Dogan di merasîmê de axivî û bal kişand ser têkoşîna Zîlanê û got têkoşîna Zîlanê rêya wan ronî kiriye û têkoşîna wê xwe li her derê dide nîşandan.
RÊYA WAN RONÎ KIR
Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm danîn şûna wê jî destnîşan kir ku têkoşîna Zîlanê rêya têkoşîna jinan ronî kiriye û ew ê dest ji têkoşîn xwe ya azadiyê bernedin. Korkmaz diyar kir ku ew ê xwedî li têkoşîn û mîrateya Zîlanê derkevin.
Piştî axaftinan sînevziyona jiyana Kinaci vedigot hat nîşandan. Bernameya bîranînê li ber stranên hunermendên Navenda Çanda Bihar bi dawî bû.