NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 5 hezar û 496 kes jî pê ketin.
Wezareta Tenduristiyê, daneyên rojane yên şewba Covîd-19'ê parve kirin. Li gor daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 5 hezar û 496 kesên din jî pê ketine.
Tevî daneyên dawî hejmara kesên heya niha mirine bû 49 hezar û 732 û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon û 425 hezar û 652.