'Operasyona narko-terorê' lîstikeke îstixbaratê bûye

  • rojane
  • 09:08 1 Tîrmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amedê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" operasyon hatibû lidarxistin û di vê operasyonê de gelek kes hatibûn binçavkirin. Lê derket holê ku ev operasyon lîstika îstixbaratê ye. Mehmet Saît Bozkûş ku du keçên wî di vê operasyonê de hatine girtin, di daxwaznameya xwe ya ku daye Baroya Amedê de komploya hatiye gerandin yeko yeko gotiye. Du keçê Bozkûş, ji ber îfadeyeke wî ya bêyî ku bixwîne pê dane îmzekirin hatine girtin. 

Li Amedê di 26'ê Gulanê û 21'ê Hezîranê de di bin navê "narko-alîkariya rêxistinê" de operasyon hatibûn kirin û di van operasyonan de gelek kes hatibûn binçavkirin. Lê belê me agahiyên balkêş ên derbarê van operasyonan de bi dest xistin. 
 
JI 100'Î ZÊDETIR KES HATIBÛN BINÇAVKIRIN 
 
Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di 26'ê Gulanê de operasyona ewil li dar xistibû. Di vê operasyonê de 34 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 33 kes hatibûn girtin. Di operasyona 21'ê Hezîranê de jî li Amedê û 5 bajarên din avêtibûn ser gelek malan û 73 kes hatibûn binçavkirin. Her du operasyon jî spartibûn îfadeyên Mehmet Saît Bozkûş ê 63 salî ku demeke kurt bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de mabû û roja hatibû berdan cardin hatibû binçavkirin. 
 
Bozkûş, di 27'ê Gulanê de roja ku dê bihata berdan cendirmeyan ew li ber girtîgehê binçav kiriye û piştî 8 rojan ew sewqî dozgeriyê kirine. 
 
Bozkûş, îdia kiriye ku parêzerekî ku tê gotin ji aliyê îstixbaratê ve hatiye peywirdarkirin tevî cendirmeyan îfadeya wî girtiye û bi sozê ku dê bi 75 hezar TL'yî bê berdan hatiye xapandin û hin ewraq pê dane îmzekirin. 
 
GILIYÊ PARÊZER KIR 
 
Bozkûş ku cardin hat girtin, gava pê dihese du keçên wî jî ji ber îfadeyeke wî ya ku nexwendiye û pê dane îmzekirin hatine girtin, giliyê parêzer A.B. kiriye ku di dema lêpirsînê de rêyeke şaş li ber xistiye. 
 
Bozkûş, li Baroya Amedê giliyê parêzer A.B. kiriye û tiştên hatine serê wî di daxwaznameyê de yeko yeko rêz kirine. 
 
Bozkûş, di daxwaznameya xwe de aniye ziman ku ji ber dosyeyeke din 4 meh û nîvan di girtîgehê de maye û di 27'ê Gulanê de hatiye berdan, lê di heman rojê de berî ku ji girtîgehê derkeve bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" hatiye binçavkirin. Bozkûş, di daxwaznameyê de wiha gotiye: "8 rojan di bin çavan de mam. Di roja 3'yan a binçavan de, du rojan li fermandariya cendirmeyan, du rojan jî li dozgeriyê ji bo zabitnameyên ji min re nehatin xwendin amade bûm. Gava min ji bo dosyeya min a jimare 2021/16104 mirin Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, parêzer A.B. (wî nas nakim) li wir bû. Ji ber ku min wî nas nedikir û baweriya min pê nedihat, min xwest parêzerê min bê. Lê belê personelê îstixbaratê got, 'Ev parêzer ji baroyê ye, baştir e û ew ê di îfadeya te de cih bigire.' Li wir bi beramberiya 75 hezar TL'yî soza berdanê dan. Parêzer A.B. ku îstixbaratê gazî wî kiribû ji min re got, 'Tu her tiştî ji min re bihêle, ez ê te bidim berdan.'" 
 
CARDIN HAT GIRTIN 
 
Bozkûş, diyar kiriye ku di îfadeyê de lîsteyeke navê kesên ku çend donim erdên wan hene danîne ber wî û jê pirsîne bê ka ev erd li ku ne û gotiye: "Gava min got, nizanim ji min re gotin, 'Derewan neke. Ev cînarên te ne û tu dizanî erdên wan li ku ne.' Her wiha ji min pirsînê bê ka te çi qas pere daye rêxistinê. Ji ber parêzer A.B. mecbûr mam bibêjim rêxistinê di sala 2010-2011'an de bi darê zorê û bi gefxwarinê pere ji min stendiye. Ji xeynî van her du pirsan tu tişt ji min nepirsîn. Piştî 4 meh û nîvan hatim berdan, lê roja hatim berdan cardin ez binçav kirim. Hem di warê derûnî de hem jî di warê laşî de pir westiyabûm, di wî 8 rojî de bi awayekî bêhiqûqî hin tişt bi min dan kirin û cardin ez girtim." 
 
Bozkûş, di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku piştî hatiye girtin pê hesiyaye ku parêzera wî ya şexsî hevjîna wî û du keçên wî jî di nav de 27 kes ji ber îfadeyên wî hatine binçavkirin. 
 
Bozkûş, di daxwaznameyê de aniye ziman ku ji xeynî pirsên di qaşo îfadeya derbarê wî de hatiye amadekirin de, tu pirs jê nehatine pirsîn û ji bo tiştên din ên di zabitnameya îfadeyê de ku bêyî pê bidin xwendin pê dane îmzekirin, diyar kiriye ku haya wî jê tune ye. 
 
Bozkûş, giliyê parêzer A.B. û kesên tiliya wan di vê de heye, kiriye. 
 
MA / Omer Çelîk

Sernavên din

02/07/2021
15:53 Qurbaniyên Madimakê nehatin jibîrkirin: Em ê ronahiya Sêwasê venemirînin
15:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê li Herêma Marmarayê kampanya xwe didomîne
15:16 Kaçmaz xwest ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panosê bên lêkolînkirin
15:07 Heyeteke Rêveberiya Xweser serdana Swêdê kir
15:06 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
13:58 Dosyayên Tûncel û Kişanak bi dosyaya Doza Kobanê re kirin yek
13:37 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Gêlê Ensarîoglû hat birîn
13:26 Malbata Şenyaşar ji bo ‘edaletê’ li Amedê ye
13:25 Xizmê Erdogan Birîncî hat binçavkirin
13:06 Cezayê ji doza TIR’ên MÎT’ê hat erêkirin
13:02 Parêzer Yakût hat berdan
12:26 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Em ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:08 Danişîna 2’yemîn a Doza Helîkopterê hat taloqkirin
11:22 Li Girtîgehên Amedê 8 girtî hatin sewqkirin
11:03 Li Şaredariya AKP’ê destûra bêmetod
10:43 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Di nava komkujiyê de dewlet heye
10:22 1’ê Tîrmehê dîroka berxwedana jinan e
09:30 Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Efrîn: Pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye
09:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 218'emîn de berdewam dike
09:05 Zarok Ma vedibe: Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin
09:04 Rêxistinên elewiyan: Em ê bi helwesta Pîr Sûltan tevbigerin
09:04 Çelîk: Operasyona derveyî sînor dewama 'Plana Rûxandinê' ye
09:03 Agahî ji girtiyê ku bi vîrûsa koronayê ket nayê girtin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
01/07/2021
23:07 'Me çawa barîkat derbas kirin, em ê wiha jî Peymana Stenbolê pêk bînin'
22:15 Dema qedexeya li Wanê 15 rojên din jî hat taloqkirin
21:58 Jin barîkatan derbas dikin û dimeşin
21:49 Li Wanê metna îmzeyê ya ji bo Peymana Stenbolê hat deklerekirin
21:05 Li Farqînê agir bi daristanê ket
20:39 Îro 42 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Meşa li Kolana Îstiklalê dest pê kir: Em dev jê bernadin
20:21 MED-DER'ê ji bo zarokan şahiyek li dar xist
19:07 Li Îzmîrê polîsan êrîş bir ser jinan
19:00 Jinan ji bo Peymana Stenbolê berê xwe dan Taksîmê
17:09 Di meşa ku ber bi Ordûyê ve dayik Dokû ji ser hişê xwe ve çû
16:32 Zeynep Kinaci li Cizîrê hat bibîranîn
15:47 Jinan careke din qîr kirin: Em dev jê bernadin
15:43 Saziyên elewiyan serdana Malbata Şenyaşar kir
15:28 AYM’ê derbarê Omer Farûk Gergerlîoglû de biryar da
15:15 9 roj in bi hezaran însan bêav mane!
14:56 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî "qebe û nexweş" hat dîtin
14:38 HDP’ê belgefîlma ‘Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê’ weşand
14:12 Wê li Amedê êdî xwarin li malên şînê neyê dayîn
13:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin
13:51 Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Taşkiran hat berdan
13:36 Leşkeran li Elkê fişekên gazê li derûdorê reşandin
13:36 Rojnamevan Aygul hat berdan
13:25 Pêşniyazpirsa Ûca bi hêceta ‘nêrîna şexsî’ paş de hat vegerandin
12:59 Îtîraza ji bo kesên ji Doza Kobanê hatibûn berdan, hat redkirin
12:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji rojnamevanan re ceza hat xwestin
12:57 Ji Aygul Dokû ji bo polisan: Peywira we dîtina Gulistan e
12:34 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:33 Danişîna Kaya careke din hat taloqkirin
12:16 Şêwekarek li Mêrdînê bi qetranê wêneyan çêdike
11:45 Li Girtîgeha Kurkçulerê ‘lêgerîna dev’ li girtiyan tê ferzkirin
11:41 21 fezlekeyên din pêşkêşî Meclîsê hatin kirin
11:38 Şêniyên taxê ji çal û behna pîs aciz in
11:29 Malbata Şenyaşar: Edalet teqez e, wê rojek were peydekirin
10:47 Duyemîn danişîna doza helîkopterê sibê tê dîtin: Rêya tekane piştevanî ye
10:32 Hatîmogûllari: Partiya me ne partiya tabelayê ye
10:05 Ji demborîna Komkujiya Sêwazê re du sal man
09:22 Bêyî destûra Walî nikarin biçin gundê xwe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 217'emîn de berdewam dike
09:08 ‘Bi tecrîdê yekîtiya kurdan tê astengkirin'
09:08 Koç: Tu rewabûna pakêtên AKP-MHP'ê nemaye
09:08 Li gundê ku tê îdiakirin hezar kes derbasî AKP’ê bûne ne rê ne jî av heye!
09:08 'Operasyona narko-terorê' lîstikeke îstixbaratê bûye
09:08 Bi hinceta ku maskeya wî tune ye birin, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:08 Cizîrî: Ji bo em nebin kujerên kurdan divê em xwedî li kurdî derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:46 Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû
30/06/2021
22:57 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat girtin
16:51 Bi SÎHA'yan êrîş birin ser Şengalê
16:47 Wê malbata Gulistan Dokû bimeşe Ordûyê
15:40 HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya
15:38 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê tenduristiya girtiyan di xetereyê de ye
15:30 Li Bazîdê 2 kes hatin binçavkirin
15:28 Zeynep Kinaci li Êlihê hat bibîranîn
15:23 Hevserokên KESK'ê diyar bûn
15:18 HDP'ê serdana titûnfiroşên li Semsûrê kir
14:54 MED-DER berê xwe dide gundan û şahiyên zarokan li dar dixe
14:28 Parêzera Doza Elmali: Darizandinên bêgirtin cesaretê dide
14:27 Banga derzîkirinê li gelê herêmê kirin
13:52 Dadgeha Îstînafê beraeta 7 rojnamevanan erê kir
13:11 Li pêş Girtîgeha Bakirkoyê şermezarkirina tecrîdê
12:46 Li Wanê belavkarê berê Erdem hat binçavkirin
12:34 Goristan veguherî çopê
12:24 Emîne Şenyaşar bi lawê xwe re axivî: Zilmê li me dikin
12:15 Polîsan avêt ser Girtîgeha Tokatê: Ji du girtiyan agahî nayê wergirtin
12:07 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re
11:38 Ji bo tawanbarê beşdarî danişînê nebû daxistina 'rewşa baş'
10:54 Qaçaxçiyên mirovan, piştî serdegirtina polîsan ciwanên taxê derb kirin
10:51 Şewata li Omeryan derket hat vemirandin
10:47 Cenazeyê Eren piştî 22 mehan radestî malbatî wî kirin
10:44 Sibê li çar aliyên Tirkiyê wê jin ji bo Peymana Stenbolê dakevin qadan
10:29 Ji parêzerê Ocalan ji bo Wezîrê Edaletê: Li daxuyaniya xwe xwedî derkevin
10:23 ‘Ji girtiyên siyasî tolê hiltînin'
10:19 Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye