Li gundê ku tê îdiakirin hezar kes derbasî AKP’ê bûne ne rê ne jî av heye!

  • rojane
  • 09:08 1 Tîrmeh 2021
  • |
img

AMED - Qeyûmê Şaredariya Rezanê, îdia kiribû ku ji gundê Kelekê hezar kes tevli AKP'ê bûne. Şêniyên taxê anîn ziman ku heya niha tu xizmeta şaredariya AKP'î nedîtine û tevli AKP'ê nebûne. 

 
Hatibû derpêşkirin ku li gundê Kelekê ya navçeya Rezan a Amedê, hezar kes dev ji HDP'ê berdane û tevli AKP'ê bûne. Ev îdia aydê Huseyîn Beyoglû ye ku piştî YSK'ê mazbata nedabû namzetê HDP'ê Zeyyat Ceylan, tayinî Şaredariya Rezanê hatibû kirin. Beyoglû, di 25'ê Hezîranê de li Taxa Sakalliyê bûbû mêvanê televîzyonên nêzî AKP'ê û derpêş kiribû ku ji ber xizmeta kirine hezar HDP'î tevli AKP'ê bûne. 
 
NIFÛSA TAXÊ 890 KES E 
 
Nifûsa gundê Kelekê bi giştî 890 kes e. Di hilbijartina dawî ya 2019'an de 405 kes xwedî ray bûne. Ji van rayan 353 hatine avêtin û 318 jê hatine qebûlkirin. Ji sindoqên taxê 259 ray ên HDP'ê bûne, 46 jê yên AKP'ê bûne û 35 jê nehatine qebûlkirin. 
 
Beyoglû, berî biçe gund bi rojekê vîdeoyek çêkiribû û di vîdeoyê de li odeya xwe ya meqamê li ber wêneyê Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Erdogan ber çakêtê xwe girtibû û paşê rêz girtibû. Bi rojekê şûn da li Sakalliyê derket pêşberî kamereyan. Berî kamera dîmen bigirin li taxên wekî Baykaya û Ortaorenê bi gel re axiviye ku tevli bernameyê bibin û ji bo vê ew qaneh kirine. Lê belê şêniyên Sakalliyê ev pêşniyar qebûl nekirine. Hat diyarkirin ku hin malbatên ne li hev bûne ji bo ranteke siyasî tevli bernameyê bûne. 
 
RIKA DU MALBATAN
 
Di 20'ê Hezîrana 2020'î de hin şêniyên gundê Kelekê û Ortewêranê ji ber meseleya çêrandina heywanan bi çekan li hev xistin. Ji gundê Kelekê M.V.K. jiyana xwe ji dest dabû û K.G. jî birîndar bûbû. Cendirmeyan jî ji Taxa Ortewêrenê F.y., K.G. û S.Y. binçav kiribûn û paşê her sê kes hatibûn girtin. https://www.haberler.com/son-dakika-haberi-diyarbakir-da-hayvan-otlatma-meselesi-silahli-13345646-haberi/
 
Piştî vê hisûmeta di navbera her du malbatan de, ji van malbatan yek jê bûye endamê AKP'ê. Malbata din jî di 24'ê Hezîranê de bûye endamê AKP'ê. Lê belê Beyoglû wekî ku gund tevli AKP'ê bûne ev yek nepixand. Ev îdiaya Beyoglû di nav şêniyên taxê de hem bû cihê henekan hem jî bû cihê bertekan. 
 
XIZMET TUNE 
 
Şêniyê gundê Kelekê Recep Sakalli yê 70 salî, anî ziman ku Beyoglû derewan dike, tu "xizmet" nekiriye. Sakalli got: "Heya niha ji bo taxa me tiştek nekiriye. 7-8 sal berê rêya gund kirin asfalt. Ji wê çaxê heya niha tu tişt nehatiye kirin." 
 
Sakalli, bal kişand ser îdiaya Beyoglû jî ku gotibû hezar şêniyên gund tevli AKP'ê bûne û got: "Ez tevli AKP'ê nebûm. Di her hilbijartinê li vî gundî 20-30 ray ên AKP'ê ne. Ji vê zêdetir rayê wê tune ne." 
 
Kadriye Sakalli jî anî ziman ku li gundê wan qenelîzasyo tune û ava şebekê jî du meh in tune ye. Sakalli got: "Rê nehatin çêkirin. Rê hemû xerabe ne. Gava nexweşek me çêdibe, em xweşikî nikarin biçin û bên. 2 meh in av naherike. Heywanên me hene, em nikarin wan av bidin. Gelek kêmasî hene. Ceryan ne tu ceryan e. Mêş û kelmêşan em xwarin. Ne şaredarî ne jî saziyek din rojekê nehatin li deriyê me nexistin û li halê me nepirsîn. Me raya xwe nedaye AKP'ê." 
 
HER KES MEXDÛR E 
 
Abdulkadîr Dîrî yê 56 salî jî diyar kir ku 7 sal berê şaredariya BDP'î rêya gundê wan çêkiriye û got: "Hatime vî umrî careke tenê rêya gund hatiye asfaltkirin. Wê jî şaredariya BDP'ê çêkir. Her wiha şaredariya HDP'î seferên otobês anî. Lê piştî şewb belav bû, seferên otobêsên jî hatin betalkirin. Li gundê me he rkes mexdûr e. Ên wesayîtên wan tune bin, nikarin biçin bajêr. Şaredariya niha tu xizmetê nake. Ava şebekê pir hindik e. Ji 4 malan ancax yek jê sûdê jê digire. Her tişt li ber çava ye, ka çi fêda wan gihaştiye me? Bi taybetî rêyên zozanan û yên gund nehatine çêkirin. Em bi keran an jî hespan diçin zozanan. Em bi saetan dimeşin. Dibêjin 'em ê çêbikin' lê çênakin." 
 
Dîrî di dawiya axaftina xwe de ji bo îdiayên Beyoglû jî got: "Dibêjin gundî tevli AKP'ê bûne. Dibe ku du keya û ji ber hisûmeta di navbera du malbatan, malbateke ev ji xwe re kiribe inyad û tevli AKP'ê bûbe. Halbûkî ray can, mal û sermiyana mirov e." 
 

MA / Arjîn Dîlek Oncel – Ozgur Paksoy

Sernavên din

02/07/2021
15:53 Qurbaniyên Madimakê nehatin jibîrkirin: Em ê ronahiya Sêwasê venemirînin
15:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê li Herêma Marmarayê kampanya xwe didomîne
15:16 Kaçmaz xwest ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panosê bên lêkolînkirin
15:07 Heyeteke Rêveberiya Xweser serdana Swêdê kir
15:06 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
13:58 Dosyayên Tûncel û Kişanak bi dosyaya Doza Kobanê re kirin yek
13:37 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Gêlê Ensarîoglû hat birîn
13:26 Malbata Şenyaşar ji bo ‘edaletê’ li Amedê ye
13:25 Xizmê Erdogan Birîncî hat binçavkirin
13:06 Cezayê ji doza TIR’ên MÎT’ê hat erêkirin
13:02 Parêzer Yakût hat berdan
12:26 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Em ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:08 Danişîna 2’yemîn a Doza Helîkopterê hat taloqkirin
11:22 Li Girtîgehên Amedê 8 girtî hatin sewqkirin
11:03 Li Şaredariya AKP’ê destûra bêmetod
10:43 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Di nava komkujiyê de dewlet heye
10:22 1’ê Tîrmehê dîroka berxwedana jinan e
09:30 Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Efrîn: Pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye
09:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 218'emîn de berdewam dike
09:05 Zarok Ma vedibe: Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin
09:04 Rêxistinên elewiyan: Em ê bi helwesta Pîr Sûltan tevbigerin
09:04 Çelîk: Operasyona derveyî sînor dewama 'Plana Rûxandinê' ye
09:03 Agahî ji girtiyê ku bi vîrûsa koronayê ket nayê girtin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
01/07/2021
23:07 'Me çawa barîkat derbas kirin, em ê wiha jî Peymana Stenbolê pêk bînin'
22:15 Dema qedexeya li Wanê 15 rojên din jî hat taloqkirin
21:58 Jin barîkatan derbas dikin û dimeşin
21:49 Li Wanê metna îmzeyê ya ji bo Peymana Stenbolê hat deklerekirin
21:05 Li Farqînê agir bi daristanê ket
20:39 Îro 42 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Meşa li Kolana Îstiklalê dest pê kir: Em dev jê bernadin
20:21 MED-DER'ê ji bo zarokan şahiyek li dar xist
19:07 Li Îzmîrê polîsan êrîş bir ser jinan
19:00 Jinan ji bo Peymana Stenbolê berê xwe dan Taksîmê
17:09 Di meşa ku ber bi Ordûyê ve dayik Dokû ji ser hişê xwe ve çû
16:32 Zeynep Kinaci li Cizîrê hat bibîranîn
15:47 Jinan careke din qîr kirin: Em dev jê bernadin
15:43 Saziyên elewiyan serdana Malbata Şenyaşar kir
15:28 AYM’ê derbarê Omer Farûk Gergerlîoglû de biryar da
15:15 9 roj in bi hezaran însan bêav mane!
14:56 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî "qebe û nexweş" hat dîtin
14:38 HDP’ê belgefîlma ‘Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê’ weşand
14:12 Wê li Amedê êdî xwarin li malên şînê neyê dayîn
13:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin
13:51 Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Taşkiran hat berdan
13:36 Leşkeran li Elkê fişekên gazê li derûdorê reşandin
13:36 Rojnamevan Aygul hat berdan
13:25 Pêşniyazpirsa Ûca bi hêceta ‘nêrîna şexsî’ paş de hat vegerandin
12:59 Îtîraza ji bo kesên ji Doza Kobanê hatibûn berdan, hat redkirin
12:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji rojnamevanan re ceza hat xwestin
12:57 Ji Aygul Dokû ji bo polisan: Peywira we dîtina Gulistan e
12:34 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:33 Danişîna Kaya careke din hat taloqkirin
12:16 Şêwekarek li Mêrdînê bi qetranê wêneyan çêdike
11:45 Li Girtîgeha Kurkçulerê ‘lêgerîna dev’ li girtiyan tê ferzkirin
11:41 21 fezlekeyên din pêşkêşî Meclîsê hatin kirin
11:38 Şêniyên taxê ji çal û behna pîs aciz in
11:29 Malbata Şenyaşar: Edalet teqez e, wê rojek were peydekirin
10:47 Duyemîn danişîna doza helîkopterê sibê tê dîtin: Rêya tekane piştevanî ye
10:32 Hatîmogûllari: Partiya me ne partiya tabelayê ye
10:05 Ji demborîna Komkujiya Sêwazê re du sal man
09:22 Bêyî destûra Walî nikarin biçin gundê xwe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 217'emîn de berdewam dike
09:08 ‘Bi tecrîdê yekîtiya kurdan tê astengkirin'
09:08 Koç: Tu rewabûna pakêtên AKP-MHP'ê nemaye
09:08 Li gundê ku tê îdiakirin hezar kes derbasî AKP’ê bûne ne rê ne jî av heye!
09:08 'Operasyona narko-terorê' lîstikeke îstixbaratê bûye
09:08 Bi hinceta ku maskeya wî tune ye birin, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:08 Cizîrî: Ji bo em nebin kujerên kurdan divê em xwedî li kurdî derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:46 Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû
30/06/2021
22:57 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat girtin
16:51 Bi SÎHA'yan êrîş birin ser Şengalê
16:47 Wê malbata Gulistan Dokû bimeşe Ordûyê
15:40 HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya
15:38 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê tenduristiya girtiyan di xetereyê de ye
15:30 Li Bazîdê 2 kes hatin binçavkirin
15:28 Zeynep Kinaci li Êlihê hat bibîranîn
15:23 Hevserokên KESK'ê diyar bûn
15:18 HDP'ê serdana titûnfiroşên li Semsûrê kir
14:54 MED-DER berê xwe dide gundan û şahiyên zarokan li dar dixe
14:28 Parêzera Doza Elmali: Darizandinên bêgirtin cesaretê dide
14:27 Banga derzîkirinê li gelê herêmê kirin
13:52 Dadgeha Îstînafê beraeta 7 rojnamevanan erê kir
13:11 Li pêş Girtîgeha Bakirkoyê şermezarkirina tecrîdê
12:46 Li Wanê belavkarê berê Erdem hat binçavkirin
12:34 Goristan veguherî çopê
12:24 Emîne Şenyaşar bi lawê xwe re axivî: Zilmê li me dikin
12:15 Polîsan avêt ser Girtîgeha Tokatê: Ji du girtiyan agahî nayê wergirtin
12:07 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re
11:38 Ji bo tawanbarê beşdarî danişînê nebû daxistina 'rewşa baş'
10:54 Qaçaxçiyên mirovan, piştî serdegirtina polîsan ciwanên taxê derb kirin
10:51 Şewata li Omeryan derket hat vemirandin
10:47 Cenazeyê Eren piştî 22 mehan radestî malbatî wî kirin
10:44 Sibê li çar aliyên Tirkiyê wê jin ji bo Peymana Stenbolê dakevin qadan
10:29 Ji parêzerê Ocalan ji bo Wezîrê Edaletê: Li daxuyaniya xwe xwedî derkevin
10:23 ‘Ji girtiyên siyasî tolê hiltînin'
10:19 Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye