BEDLÎS - Rojnamevan Sînan Aygul ê duh ji ber nûçeya îstîsmarkirina zarokan hat girtin, îro hat berdan.
Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Bitlis News Sînan Aygul ji ber ku di sala 2019’an de nûçeyek bûyera îstîsmara zarokek çêkiribû ceza lê hatibû birîn. Cezayê Aygul hat erêkirin û duh ket hefsê. Aygul bi sepana kontrola serbestiyê îro ji Girtîgeha Tetwanê hat berdan.