ENQERE - Dadgeha Bilind, cezayê Suleyman Bagriyanik û Hamza Celepoglû yên ji Doza TIR’ên MÎT’ê 42 sal ceza li wan hatibû birîn, erê kir.
Desteya Giştî ya Cezayê Dadgeha Bilind cezayê 20 sal ê li Femandarê Cendirmeyan ê Herêma Edeneyê yê berê Hamza Celepoglû û 22 sal û 6 meh cezayê hefsê li Serdozgerê Komarê yê Edeneyê yê berê Suleyman Bağriyanik, ji Doza TIR’ên MÎT’ê li wan hatibû birîn erê kir.