* Polîs Yakûp Y. ku li Dêrikê dest dirêjî zarokeke 12 salî kiribû, di parastina xwe ya îdianameyê de zarokê tawanbar kir û ji bo wê got "xeyalperest" e.
* Jinên ku li Taksîmê li hev kom bûn û careke din destnîşan kirin ku dê dev ji tu destkeftiyên xwe bernedin, ji Serokkomar re jî gotin: "Tayyipp te ev kuçeyên biçirûsk bijartin!"
* Dê di 5'ê Tîrmehê de dosyeya derbarê kuştina Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin de têkeve ber demboriyê.
* Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), wê civîna xwe ya Meclîsa Giştî a Serdema 11'emîn li avahiya HDP'a Bagcilara Stenbolê li dar bixe. (10.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê wê têkildarî tecrîdê li avahiya xwe panel li dar bixe. (11.00)
* Xizmên Windayan û ÎHD'ê dê li Amed û Êlihê ji bo aqûbeta windayan çalakiyên heftane li dar bixin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan û cezakirina faîlan wê di hefteya 849'emîn de çalakiya heftane li dar bixin. (12.00)
* MED-DER bi armanca pêşxistina zimanê kurdî wê li gundek navçeya Gêlê ya Amedê şahî li dar bixe. (13.00)
* Akt^vîstên mafê mirovan dê li Enqere û Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakiyên heftane li dar bixin. (13.30)
* Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir bi dirûşma "Li dijî faşîzmê em berxwedanê mezin dikin" di navbera 3-7'ê tîrmehê de wê li Çewlik û navçeyên wê serdana xelkê bikin. Bername wê îro ji herêma Suvarê ya Dara Hênê ku agir bi daristanan ketibû bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê bike. (14.00-19.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di çarçoveya kampanyaya "Ji bo jinan edalet" wê li KLargeha Zanaat a li Taksîma Stenbolê bi hunermend û şanogeran re were gel hev. (16.00)
* Nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 117'emîn de berdewam bike.