Parêzer Ûysal: Tecrîd şerê li dijî vîna Ocalan e

  • rojane
  • 17:15 4 Tîrmeh 2021
  • |
img
ÊLIH - Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal diyar kir ku tecrîd şerê li dijî vîna Ocalan e û destnîşan kir ku divê kurd li dijî vê bi hêztir têbikoşin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, li Sendîkaya Petrol Îş’ê panela bi mijara “Tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê” li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Ûysal weke axivîner beşdarî panelê bûn. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredarên Êlihê yên HDP’î ku ji peywîrê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan û gelek kes beşdarî panelê bûn. Li eywanê pankarta “Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin” hat daliqandin. 
 
MEKTÛP NAYÊN DAYÎN
 
Parêzera Ocalan Newroz Ûysal, diyar kir ku hemû mafên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ji dest hatine girtin û wiha got: “Hevdîtinên malbat û parêzeran nînin. Dema pirtûk, name û hin tişt jê re hatin şandin em nizanin ka girtine an ne girtine. Em ji şertên wî yên din re jî bê agahî ne. Em weke parêzerên wî her hefte serlêdanên hevdîtinê dikin. Lê hemû jî tên redkirin. Bi hezaran nameyên jê re tên şandin nadinê. Berê digotin koster xerabe ye niha hatiye asteke wisa ku 8 sal in hevdîtina parêzeran nîne. Destûrê nadin hevdîtina wasî û malbatê jî. Êdî hincetan jî nabînin. Ne girtîgeh ne jî wezaret telefonên me ranakin.”
 
11 CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ
 
Ûysal, da zanîn ku 11 caran cezayê dîsîplînê dane Ocalan û bi lêv kir ku têkildarî hêcetên cezayê agahî nedane parêzeran. Ûysal, destnîşan kir ku sedemê tecrîda girankirî ku 22 sal in berdewam dike şerê li dijî vîna Ocalan e û wiha axivî: “Polîtîkayên Îmraliyê yên dewletê bi awayekî girankirî berdewam dike. Têkoşîna Ocalan a li dijî van polîtîkayan jî didome. Dema em bi Ocalan re diaxivîn banga “Xûrtbûnê” dikir. Ji bo ku kurd hêza xwe zêde bikin digot têkoşînê mezin bikin.”
 
TÊKILIYÊN TECRÎDÊ
 
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî diyar kir ku operasyona Tirkiyeyê ya ser Herêma Kurdistana Federe, êrişên ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê g,rêdauô tecrîdê ne û li pişt van meseleyan hêzên navneteweyî hene. Ûca, destnîşan kir ku li dijî gelê kurd êrişên top yekûn di dewrê de ne û wiha got: “Daxuyaniya Ocalan a Newrozê hemû cîhanê temaşe kir û piştevaniya wê jî kir. Lê îro ji dagirkirina axa kurdan û tecrîdê re bêdeng dimînin. Niha yên ku çekan ji Tirkiyeyê re dişînin ev welat in. Dema bajarên kurdan hilweşandin jî van çek dan. Êrişên li dijî Başûr û Rojava jî ev çek hatin bikaranîn. Dema ev tişt dihatin kirin ji bo ku felsefeya Ocalan bê astengkirin tecrîd hat girankirin û berdewamkirin.”
 
‘EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’
 
Ûca, bi lêv kir ku jiyana ku Ocalan pêşkeş dike daxwaza hemû gelên cîhanê ye û wiha axivî: “Îro hemû gelên cîhanê ji bo azadiya Ocalan têdikoşin. Di demekî ku hemû cîhan ji bo azadiya Ocalan têdikoşe de divê sazî û dezgehên gelê kurd xwe rexnedayînê bidin. Divê em hemû vê yekê bikin. Divê em bifikirin ku ka em ji bo azadiya Ocalan dikarin çiqas têbikoşin û vê yekê bêxin meriyetê. Ji bo ku tecrîda ji aliyê serdestan tê pêkanîn bi dawî bibe em têkoşînê mezin bikin. Weke gelê kurd em yekitiya xwe ava bikin û ji bo rakirina tecrîdê bixebitin.”
 
 

Sernavên din

05/07/2021
17:25 Li gundên bêav hatin hiştin weqayên vereşîn û emelê zêde bûn
16:48 Şandeya HDP'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:35 Li Girtîgeha Panosê mirineke biguman
16:33 Parlamenterê alman serdana malbata Poyraz kir
16:18 Polîs ji parlamenter re got: Ka hûn dikarin daxuyaniyê bidin, ka bikin
16:11 Nobeta parlamenteran a li pêş girtîgehê didome
15:40 Sancar: Rêya israra demokrasiyê mezinkirina têkoşîna hevpar e
15:33 Koordînsyona Jinên Ciwan a HDP polîtîkayên sîxûriyê teşhîr kirin
14:45 Dayikên Aştiyê bang kirin ku her kes tevlî daxuyaniya wan a li dijî tecrîdê bibe
14:17 Odeya Denîz Poyraz hat vekirin
14:08 Hêzên demokrasiyê: Em mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin
14:08 Li Kocaeliyê berteka Gergerlîoglû: Biryara AYM’ê pêk bînin
13:44 Avûsturyayê biryara berdewama girtina Korkmaz da
13:37 Partiya Çepgir a Almanyayê serdana HDP'ê kir
13:13 HDP’a Îzmîrê banga beşdariya mitînga 'demokrasiyê' kir
12:50 Denîz Poyrazeke din ji dayik bû
12:39 Lêpirsîna 29'emîn derbarê Bor de hat destpêkirin
12:34 HDP’ê ji bo Gergerlîoglû kampanya da destpêkirin
12:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kir
12:31 Malbata Şenyaşar: Kekê wekîlê AKP’ê gefa kuştinê li me dixwe
12:07 26 roj in tu agahî ji siyasetmedarên ku PDK'ê ew binçavkirine nayê girtin
12:02 Cotkarên titûnê: Hûn piştgirî nadin qet nebe dest jî nedine me
12:01 Li Dihê dijî wesayîta leşkerî teqîn pêk hat
11:50 Karkerên madenê di ketina Enqereyê de hatin astengkirin
11:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:25 Rapora meha hezîranê ya DFG’ê: 2 rojnameger hatin girtin û 96 rojnameger jî tên darizandin
10:46 Di qezaya balafirê ya Fîlîpînan de hejmara miriyan derket 50
10:40 Girtî: Divê mafên Ocalan ên hiqûqî pêk bên
10:39 Li gundên Êlihê bi hezaran însan 13 roj in bêav mane: Serê malê 110 hezar lîre fatûre hatiye birîn
10:38 Ciwanên ku danezana Komkujiya Pirsûsê belav kirin li miduriyeta polisan tên girtin
09:13 Girtîgeha bi Tîpa Sûrê!
09:01 Koma 45'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 'Cînayeta Dewletê’ bi demê re hat xistin!
09:01 12 saetan dixebitin, heqdesta wan 65 TL ye
09:01 ‘Ji ber ku Ocalan li dijî tarîtiyê ronahiyê diparêze, tecrîd kûr dibe'
09:01 Polîsan gef li hevserokê HDP'î xwar: 'Em ê nehêlin tu xwe tev jî bidî'
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2021'AN
04/07/2021
23:22 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:22 3 cerdevanên nexwestin tevli operasyonê bibin çek danîn
20:08 Heyeta KCD û DBP'ê çû gundê Çewligê
19:52 MED-DER'ê li Bismilê hevdîtin bi zarokan re kir
17:16 Başaran: Wê jin jiyana nû bi hev re ava bikin
17:15 Parêzer Ûysal: Tecrîd şerê li dijî vîna Ocalan e
16:18 HDP ji bo Gergerlîoglû careke din dest bi Nobata Edaletê dike
16:09 AYM’ê ji bo girtina Ozgur Gundemê biryara binpêkirinê da
15:25 ‘Navnîşana hevpar a çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmrali ye’
15:15 Berdana 4 kesên di Doza Kobanê de hat îttîrazkirin
14:57 Li Amedê 54 kes hatin girtin
14:12 Muxalefet dengê xwe li dijî Tifaqa Cûmhûr zêde dike
13:50 Meleyê di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:30 Çalakiyên titûnê mezin dibin
12:39 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket: 17 kesan jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Îbrahîm Yildiz li Rihayê digere
11:16 Rayedarên girtîgehê “poşmantî” li girtiya siyasî ferz kirin
10:56 Girtiyên ku agahî ji wan nedihat girtin hatine sirgûnkirin
10:16 Li gorî daneyên Jinnewsê di meha Hezîranê de 26 jin hatine qetilkirin
10:10 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket
09:29 Ji bermahiyan mirov nikare li Hewselê bigere
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 220'emîn de berdewam dike
09:09 5 roj in ava wan hatiye qutkirin: Zilm e
09:07 Yildirim: Semsûrî debara xwe bi tûtinê dikin
09:05 Parêzer Koçak: Betalkirina peymanê pirsgirêkeke rejîmê ye
09:04 Di qawîşa girtiyan de fîşek hat dîtin
09:02 Dadgehê Parkomata qeyûm betal kir
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
03/07/2021
22:13 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
22:08 Aydenîz: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûnî tê şewitandin
15:59 Komeleya Ziman a Mereto kongreya xwe li dar xist
15:17 Girtiyê nexweş Hakki Turgay nayê dermankirin
15:01 27 sal in faîlên Mihyaz nehatine dîtin
14:46 Cotkarên titûnê: Ji bilî berxwedanê çareyek me ya din nîne
14:19 MED-DER'ê îro jî perwerdehiya bi dimilkî da zarokan
14:13 Bombebarana derveyî sînor bû sedema qutbûna ceyrana gundan
13:57 ‘Mînaka tecrîdek wiha li tu devera cîhanê nîne’
13:56 Dayika Şemiyê Remziye: 28 sal in hestiyên lawê xwe nabînim
13:33 Serokê DÎAY-DER’ê Baran jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin
13:31 HDK: Rêya rizgariyê têkoşîna hevpar e
12:59 Parêzerê Gergerlîoglû: Biryarê dane ‘rojnamevanan’ lê ji me vedişêrin
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
12:06 3 kesên şamî ji polîsan re birin 26 sal in winda ne
11:31 Malbata Şenyaşar: Hûn bi niximandina qetliamê dibin şirîkê sûc
11:08 Qutkirina ava gundan di rojeva Meclîsê de ye
10:51 SMO’yê sê suryan radestî Tirkiyê kir û cezayê heta hetayê li wan hat birîn
10:03 Helbestvan Seyyîdhan Komurcu xelata xwe diyarî Denîz Poyraz kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 219'emîn de berdewam dike
09:03 Dê dosyeya Vedat Aydin 2 rojên din têkeve ber demboriyê
09:03 Ji Taksîmê bang li Serokkomar kirin: Tayyîpp te ev xwest!
09:02 Parastina polîsê ku destdirêjî kir: Zarokeke xeyalperest e
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
02/07/2021
23:50 Piştî 45 rojan cenazeyê Şîmşek hat definkirin
21:12 Îro 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:10 MED-DER vê carê ji bo zarokan çû Farqînê
20:17 Bûldan, çû cem karkerên jin ên tekstîl û çandiniyê
20:00 Kurê Surmî Înceyê: Bersûc hat xelatkirin
19:04 Li Hezexê çalakiya ji bo Peymana Stenbolê
18:44 Li Rihayê 9 kes hatin girtin
17:51 Erdem hat berdan
16:51 Di meha hezîranê de 18 jin hatine kuştin
16:33 4 kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:59 Cotkarên titûnê bi girtina rê yasaya nû şermezar kirin