ŞIRNEX - Li navçeya Basa ya Şirnexê 3 cerdevanên li ber operasyona eskerî rabûn û nexwestin tevli operasyonê bibin, çekên xwe danîn.
Li gundên Celeka û Hetma yên girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê 3 cerdevanên ku nexwestin tevli operasyona derveyî sînor ya li Zap, Avaşîn û Metînayê bibin, çekên xwe danîn.
Hat diyarkirin ku her sê cerdevan di 2'yê Tîrmehê de çûne Qereqola Cendirmeyan û çek danîne.