'Cînayeta Dewletê’ bi demê re hat xistin!

  • rojane
  • 09:01 5 Tîrmeh 2021
  • |
img

AMED - Birayê Serokê Bajar ê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ku di ser qetilkirina wî re 30 sal derbas bûn Veysî Aydin, diyar kir ku wê îro dosya kekê wî ji ber demboriyê bikeve û got ku faîlê Vedar dewlet e.

 Di ser qetilkirina Serokê Bajar ê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji mala xwe hat revandin û piştî 2 rojan cenazeyê wî li navçeya Medenê ya Xarpêtê li binî pirekê hat dîtin re 30 sal derbas bûn. Lê rexmî ewqas dem jî faîlên wî nehatin dîtin. Dosyaya cînayeta Aydin ku weke dosya yekemîn a faîlên meçhûl ên salên 1990’î tê zanîn ji ber demboriyê wê îro bikeve. Birayê Aydin Veysî Aydin derbarê cinayet û têkoşîna mafê mirovan a kekê xwe ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
MILÎTANÊ BÊTIRS 
 
Aydin, diyar kir ku piştî kuştina Mahîr Çayan û hevalên wî eleqeya kekê wî ji bo rêxistinên çepgir çêbûye, dema lîseyê timik li ser nasnameya kurdî lêkolînan kiriye û bi rêya rojnameyan rojevê şopandiye û wiha got: “Timik rojnameya dixwend û arşîv dikir. Wêneyên Mahîr Çayan û hevalên wî arşîv dikir. Wê demê em biçûk û me fêm nedikir. Piştre em hîn bûn ku Vedat şoreşger e. Di salên 20 saliya xwe de li ser navê Komeleya Kurd, Demokratîk û Şoreşger (DDKD) dixebitî. Mehek piştî darbeya leşkerî ya 1980’yî Vedat hat girtin. 4 salan di Girtîgeha Amedê de ma. Qet ji bîr nakim; dema ku di hevdîtinê de bi me re kurdî axivî em matmayî man. Li cihêkê axaftina kurdî  dibû sedema lêdanê axaftina bi kurdî ya Vedat me matmayî hişt. Vedat ji me re got, ‘Netirsin, wan destûr nedaye me ku em bi kurdî axivin. Me li ber xwe da û mafê xwe girt’. Piştî berdana xwe jî kekê min xebatên xwe domand. Milîtanek bêtirs bû.”
 
TÊKOŞÎNA AYDIN
 
Derbarê têkoşîna kekê xwe de Aydin, da zanîn ku kekê wî di nav gel de hatiye hezkirin û moral û bawerî daye civakê û ev tişt got: “Kekê min di sala 1988’an de di mitînga ku ji bo Komkujiya Helepçeyê li Amedê de hat kirin de dewletê kekê min nas kir. Dewletê wî ji bo gelê kurd çavkaniya moral û ji bo xwe jî weke gef dît. Piştî axaftina xwe ya bi kurdî ya Kongreya ÎHD’ê ya di sala 1990’î de hat girtin. Berî ku biçe kongreyê ji me re got, ‘Ez ê bi kurdî biaxivim û îhtîmaleke mezin wê min bigirin, bila haya we jê hebe’. Wê demê hemû televîzyonan vê rewşê weke “çawa çêdibe li paytexa Tirkiyeyê bi zimanekî nayê zanîn tê axaftin” dabûn. Li dadgehê jî parastina xwe bi kurdî kir. Ev parastina weke “zimanê nayê zanîn” derbasî giretekan bû. Piştî 3 mehan hat berdan.”
 
Aydin, anî ziman ku gava birayê wî bûye Serokê HEP'a Amedê tim ji wan re gotiye "Dê di vê heyamê de êrîş zêde bibin, bila her kes hay ji xwe hebe. Gava me bibin, dibe ku em bi saxî venegerin. Bi esker û polîsan re nerin cihekî." Aydin, gotina birayê xwe bibîr xist ku gotibû "Dê mirina min ne mirineke asayî be" û got: "Dîsa jî bi wan re çû. Wî her tişt dabû ber çavê xwe û wisa çû. Te digot qey zanibû dê çi bê serê wî." 
 
ZÛZÛKA VEŞARTIN
 
Aydin, bilêv kir ku piştî ku birayê wî hatiye binçavkirin serî li gelek deveran dane û tim ji wan re gotine "em nizanin, ne li cem me ye, em vedikolin." Aydin got: "Di 7'ê Tîrmehê de gotin cenazeyek li Madenê hatiye dîtin. Em gelek kes çûn Madenê. Wêneyê Vedat li ser rojnameyekê bû û li ber cendirmeyan bû. Di rojnameyan de tê weşandin û dewlet nabêje min ew dîtiye. Em çûn Edliyeya Madenê. Kincên Vedat rê me dan û gotin 'Ev kinc ên wî ne? Li ser cenaze nasname tune bû û me ew defin kir.' A rast zûzûka wekî birevînin defin kiribûn. Peyama 'me ji bo bekaya dewletê kiriye' dan. Ew îşkence kiribûn." 
 
'KIRYAR DEWLET E' 
 
Aydin, anî ziman ku birayê wî bûye qurbanê cinayetên kiryar nediyar û kiryarê wî dewlet e. Aydin got: "Dewlet, tiştên ku bi xwe nake, bi kesên tarî dike. Bi dewleta kûr dide kirin. Piştî salan endamên JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan û Cem Ersever li xwe mikur hatin û gotin." Aydin, destnîşan kir ku çendî ku Aygan li xwe mikur hatiye jî bûyer nehatiye zelalkirin û got: "Dewlet lêpirsînê nake, ji lew re wê bi xwe kiriye. Li gor dewletê dibe ku kuştina Vedat kuştineke kiryar nediyar be, lê ji bo me kiryar diyar e." 
 
Aydin, anî ziman ku berpirsiyarên bûyerê serokwezîrên wê demê Suleyman Demîrel û Mesût Yilmaz in û got: "Ev cinayet bi destê serfermandarên wê demê hat kirin. Di nav dewletê de kesên tarî hebûn, lê ev kes girêdayî serfermandariyê bûn. Ji bo van bûyeran tiştek nekirin, nexwe wan bi xwe destûra vê daye." 
 
Aydin, bilêv kir ku wê demê Huseyîn Kocadag (midûrê polîsan ê wê demê) gotiye bûyerê vedikole û got: "Lê pirsên pir ecêb û tu eleqeya wê bi bûyerê tuenbûn dipirsî. Car carinan jî gef li me dixwarin. Piştî bûyera Sûsûrlûkê derket holê ku Kocadag di nav organîzasyona dewlet-mafyayê de ye." 
 
BERPIRSIYARÊN BÛYERÊ 
 
Aydin, diyar kir ku çendî ku hin kes li xwe mikurhatine û hin nav tên zanîn jî lêpirsîn wek xwe maye û kesên navê wan hatine gotin ji holê winda bûne. Aydin got: "Heger kesekî tarî ji nişkave ji holê winda bûbe, nexwe dewletê ew veşartiye. Tê gotin, ê ku Vedat kuştiye Yeşîl bi xwe ye. Ê vê operasyonê bi rê ve biriye jî Cem Ersever e. Abdûlkadîr Aygan li xwe mikur hat û got. Lê niha ew jî nexuyaye. Dê bûyer têkeve ber demboriyê. Êdî tu hêviya me ji edalet û daraza dewletê tune ye." 
 
PIRSGIRÊKA KURDΠ
 
Aydin, anî ziman ku gava pirsgirêka kurdî bê çareserkirin û dewlet lêborînê bixwaze dê bûyera birayê wî û cinayetên din ên bi vî rengî zelal bibin û got: "Yan na jixwe dewlet kengî bixwaze dikare tetikkêş û kujer bibîne. Heya pirsgirêka kurdî bi awayekî demokratîk neyê çareserkirin, dê tahde, pergalên mafya û çeteyan tim hebin. Heya pirsgirêka kurdî neyê çareserkirin dê ev kes ji holê neyên rakirin û wê dewlet bibe dewleteke çete." 
 
VEDAT AYDIN KÎ YE? 
 
Vedat Aydin, di sala 1953'yan de li gundê Haciya Kurdan ê navçeya Bismil a Amedê hatiye dinê. Dibistana seretayî, navîn û amadehiyê li Bismilê kuta kiriye. Di sala 1979'an de jî Beşa Wêjeyê ya Enstîtuya Amedê kuta kiriye. Aydin, ji bo li cihê cih bibe şahidê têkoşîna filîstîniyan demekê li Filîstînê maye û di dema derbeya 12'ê Îlona 1980'yî de ji ber xebatên xwe yên DDKD û TOB-DER'ê hatiyye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Aydin 4 salan di Girtîgeha Amedê de maye û bi awayekî dijwar îşkence lê hatiye kirin. Piştî tê berdan tevî hin rewşenbîrên kurd ji bo avakirina ÎHD'ê tevdigere. Di sala 1990'î de di Desteya Rêvebir a ÎHD'a Amedê de ccih digire. Di 28'ê Cotmeha 1990'î de ji ber axaftina xwe ya bi kurdî ya di Desteya Giştî ya ÎHD'ê de tê binçavkirin û paşê tê girtin. Di 19'ê Kanûna 1990'î de di danişîna ewil a dozê de bi kurdî îfadeya xwe dide û beraet dike. Aydin, di dawiya sala 1990'î de dibe serokê ÎHD'a Amedê. 
 
Aydin, di Hezîrana 1991'ê de dibe Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê û ji ber xebatên xwe hedef tê girtin. Aydin, di 5'ê Tîrmeha 1991'ê de nîvê şevê li mala xwe ya li Amedê ji aliyê hin kesên xwe wekî polîsan didin naskirin tê binçavkirin. Piştî binçavkirinê bi du rojan, di 7'ê Tîrmehê de, cenazeyê wî li Madena Xarpêtê di bin pirekê de tê dîtin. Di 10'ê Tîrmehê de beriya merasîma cenazeyê Aydin li Goristana Deriyê Mêrdînê bi sed hezaran kes meşekê li dar dixin. Polîs êrîşê dibin ser meşê û di vê êrîşê de 8 kes jiyana xwe ji dest didin û bi dehan kes jî birîndar dibin. 
 
Ji bo kiryarên Aydin bên dîtin, lêpirsîn tê destpêkirin lê belê tu tişt jê dernayê. PIştî Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê biryara nekarbidestiyê dide, dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê re tê şandin. Dosyeya Aydin 20 salan tê sekinandin. Lê di 3'yê Mijdara 1996'an de bûyera Sûsûrlûkê çêdibe. Piştî vê bûyerê raporek tê amadekirin û tê gotin di nav dewletê de hin çete hene. Dîsa jî pêşketinek rû nade. Berî dosye têkeve ber demboriyê bi demeke kurt, îtirafkarê JÎTEM'ê Abdûlkadîr Aygan, derbarê cinayetê de li xwe mikur tê. Ji ber vê di sala 2011'an de dema demboriyê ya dosyeyê 10 salan tê taloqkirin. Ji ber ku cihê bûyerê Amedê bûye, dosye dewrî Serdozgeriya Komarê ya Amedê tê kirin. Lê belê dê sibê dosyeya derbarê kuştina Aydin de têkeve ber demboriyê. 
 
MA / Ergin Çağlar

Sernavên din

05/07/2021
17:25 Li gundên bêav hatin hiştin weqayên vereşîn û emelê zêde bûn
16:48 Şandeya HDP'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:35 Li Girtîgeha Panosê mirineke biguman
16:33 Parlamenterê alman serdana malbata Poyraz kir
16:18 Polîs ji parlamenter re got: Ka hûn dikarin daxuyaniyê bidin, ka bikin
16:11 Nobeta parlamenteran a li pêş girtîgehê didome
15:40 Sancar: Rêya israra demokrasiyê mezinkirina têkoşîna hevpar e
15:33 Koordînsyona Jinên Ciwan a HDP polîtîkayên sîxûriyê teşhîr kirin
14:45 Dayikên Aştiyê bang kirin ku her kes tevlî daxuyaniya wan a li dijî tecrîdê bibe
14:17 Odeya Denîz Poyraz hat vekirin
14:08 Hêzên demokrasiyê: Em mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin
14:08 Li Kocaeliyê berteka Gergerlîoglû: Biryara AYM’ê pêk bînin
13:44 Avûsturyayê biryara berdewama girtina Korkmaz da
13:37 Partiya Çepgir a Almanyayê serdana HDP'ê kir
13:13 HDP’a Îzmîrê banga beşdariya mitînga 'demokrasiyê' kir
12:50 Denîz Poyrazeke din ji dayik bû
12:39 Lêpirsîna 29'emîn derbarê Bor de hat destpêkirin
12:34 HDP’ê ji bo Gergerlîoglû kampanya da destpêkirin
12:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kir
12:31 Malbata Şenyaşar: Kekê wekîlê AKP’ê gefa kuştinê li me dixwe
12:07 26 roj in tu agahî ji siyasetmedarên ku PDK'ê ew binçavkirine nayê girtin
12:02 Cotkarên titûnê: Hûn piştgirî nadin qet nebe dest jî nedine me
12:01 Li Dihê dijî wesayîta leşkerî teqîn pêk hat
11:50 Karkerên madenê di ketina Enqereyê de hatin astengkirin
11:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:25 Rapora meha hezîranê ya DFG’ê: 2 rojnameger hatin girtin û 96 rojnameger jî tên darizandin
10:46 Di qezaya balafirê ya Fîlîpînan de hejmara miriyan derket 50
10:40 Girtî: Divê mafên Ocalan ên hiqûqî pêk bên
10:39 Li gundên Êlihê bi hezaran însan 13 roj in bêav mane: Serê malê 110 hezar lîre fatûre hatiye birîn
10:38 Ciwanên ku danezana Komkujiya Pirsûsê belav kirin li miduriyeta polisan tên girtin
09:13 Girtîgeha bi Tîpa Sûrê!
09:01 Koma 45'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 'Cînayeta Dewletê’ bi demê re hat xistin!
09:01 12 saetan dixebitin, heqdesta wan 65 TL ye
09:01 ‘Ji ber ku Ocalan li dijî tarîtiyê ronahiyê diparêze, tecrîd kûr dibe'
09:01 Polîsan gef li hevserokê HDP'î xwar: 'Em ê nehêlin tu xwe tev jî bidî'
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2021'AN
04/07/2021
23:22 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:22 3 cerdevanên nexwestin tevli operasyonê bibin çek danîn
20:08 Heyeta KCD û DBP'ê çû gundê Çewligê
19:52 MED-DER'ê li Bismilê hevdîtin bi zarokan re kir
17:16 Başaran: Wê jin jiyana nû bi hev re ava bikin
17:15 Parêzer Ûysal: Tecrîd şerê li dijî vîna Ocalan e
16:18 HDP ji bo Gergerlîoglû careke din dest bi Nobata Edaletê dike
16:09 AYM’ê ji bo girtina Ozgur Gundemê biryara binpêkirinê da
15:25 ‘Navnîşana hevpar a çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmrali ye’
15:15 Berdana 4 kesên di Doza Kobanê de hat îttîrazkirin
14:57 Li Amedê 54 kes hatin girtin
14:12 Muxalefet dengê xwe li dijî Tifaqa Cûmhûr zêde dike
13:50 Meleyê di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:30 Çalakiyên titûnê mezin dibin
12:39 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket: 17 kesan jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Îbrahîm Yildiz li Rihayê digere
11:16 Rayedarên girtîgehê “poşmantî” li girtiya siyasî ferz kirin
10:56 Girtiyên ku agahî ji wan nedihat girtin hatine sirgûnkirin
10:16 Li gorî daneyên Jinnewsê di meha Hezîranê de 26 jin hatine qetilkirin
10:10 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket
09:29 Ji bermahiyan mirov nikare li Hewselê bigere
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 220'emîn de berdewam dike
09:09 5 roj in ava wan hatiye qutkirin: Zilm e
09:07 Yildirim: Semsûrî debara xwe bi tûtinê dikin
09:05 Parêzer Koçak: Betalkirina peymanê pirsgirêkeke rejîmê ye
09:04 Di qawîşa girtiyan de fîşek hat dîtin
09:02 Dadgehê Parkomata qeyûm betal kir
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
03/07/2021
22:13 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
22:08 Aydenîz: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûnî tê şewitandin
15:59 Komeleya Ziman a Mereto kongreya xwe li dar xist
15:17 Girtiyê nexweş Hakki Turgay nayê dermankirin
15:01 27 sal in faîlên Mihyaz nehatine dîtin
14:46 Cotkarên titûnê: Ji bilî berxwedanê çareyek me ya din nîne
14:19 MED-DER'ê îro jî perwerdehiya bi dimilkî da zarokan
14:13 Bombebarana derveyî sînor bû sedema qutbûna ceyrana gundan
13:57 ‘Mînaka tecrîdek wiha li tu devera cîhanê nîne’
13:56 Dayika Şemiyê Remziye: 28 sal in hestiyên lawê xwe nabînim
13:33 Serokê DÎAY-DER’ê Baran jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin
13:31 HDK: Rêya rizgariyê têkoşîna hevpar e
12:59 Parêzerê Gergerlîoglû: Biryarê dane ‘rojnamevanan’ lê ji me vedişêrin
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
12:06 3 kesên şamî ji polîsan re birin 26 sal in winda ne
11:31 Malbata Şenyaşar: Hûn bi niximandina qetliamê dibin şirîkê sûc
11:08 Qutkirina ava gundan di rojeva Meclîsê de ye
10:51 SMO’yê sê suryan radestî Tirkiyê kir û cezayê heta hetayê li wan hat birîn
10:03 Helbestvan Seyyîdhan Komurcu xelata xwe diyarî Denîz Poyraz kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 219'emîn de berdewam dike
09:03 Dê dosyeya Vedat Aydin 2 rojên din têkeve ber demboriyê
09:03 Ji Taksîmê bang li Serokkomar kirin: Tayyîpp te ev xwest!
09:02 Parastina polîsê ku destdirêjî kir: Zarokeke xeyalperest e
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
02/07/2021
23:50 Piştî 45 rojan cenazeyê Şîmşek hat definkirin
21:12 Îro 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:10 MED-DER vê carê ji bo zarokan çû Farqînê
20:17 Bûldan, çû cem karkerên jin ên tekstîl û çandiniyê
20:00 Kurê Surmî Înceyê: Bersûc hat xelatkirin
19:04 Li Hezexê çalakiya ji bo Peymana Stenbolê
18:44 Li Rihayê 9 kes hatin girtin
17:51 Erdem hat berdan
16:51 Di meha hezîranê de 18 jin hatine kuştin
16:33 4 kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:59 Cotkarên titûnê bi girtina rê yasaya nû şermezar kirin