ENQERE - HDP’ê ji bo parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ligel biryara binpêkirinê ya AYM’ê jî nayê berdan kampanyaya “BilaGergerlîoglûWereBerdan” da destpêkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ligel biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî nayê berdan li ser twîtterê bi hashtaga “#BilaGergerlîoglûWereBerdan (#GergerlioğluBırakılsın)” kampanya da destpêkirin.
HDP’ê di parvekirina xwe ya derbarê mijarê de wiha got: “Bila parlementerê gel #GergerlîoglûWereBerdan hiqûqa dijminatiyê bi dawî bibe. Em hiqûqa dijminatiyê ya ser partî, wekîl û gelê me tê sepandin qebûl nakin. Wê Gergerlîoglû û hevalên me yên dîl tên girtin derkevin û vîna gel temsîl bikin. Siyasiyên dîl tên girtin û hevalên me wê derkevin berdewam bikin ku vîna me temsîl bikin. Wekîl û siyasetmedarên me yên we derveyî qanûnê dîl girtî demildest berdin.”
Li ser hesabên twîtterê derbarê kampanyayê de gelek parvekirin hatin kirin.