* Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Mersîn Hakki Demîr, diyar kir ku pêkanîna “lêgerîna dev” a li girtî gehab li girtiyan tê ferzkirin bihiqûqî ye.
* Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê ya Rîzeyê, gardiyanên ku ji ber îşkenceya li girtiyan kiribûn doz li wan hatibû vekirin hê jî li heman girtîgehê li ser kar in.
* Şaredariya Panosê, derî bi derî digere û vegotinên çîrokbêj û degnbêjan qeyd dike. Şaredarî, agahiyên ku kom dike wê di koordînatoriya nivîskar Ayhan Erkmen de veguherîne antolojiyê.
* Parêzerên malbata Îpek Er derbarê parêzerên Mûsa Orhan ê tecawizkar, Mehmet Erkan Akkûş û Aliye Dogan de gilî kir.
* Danişîna rojnamevan Derya Okatan û rojnamevan Hayko Bagdat bi îdiaya "heqaret kirine" dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (10.45)
* MHP, HDP û CHP wê li Meclîsê komcivînên xwe li dar bixin. (10.45-13.30)
* Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî ya HDP'ê Dr. Samet Menguc wê têkidlarî daneyên derzîkirina koronayê li navenda HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Parlamenterên HDP'ê wê li gelek navçeyên Îzmîrê banga beşdariya mitînga "Ji bo demokrasiyê hilmek" bikin. (11.00-22.00)
* Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz wê li navenda Çewligê bi jinan re bicive. (14.00)
* Meclîsa Jinan a HDP'a Mêrsînê û TJA dê têkildarî tecrîdê li Parka Bariş a li navçeya Akdenîzê bi jinan re civîn li dar bixe. (17.30)
* Nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê li ber Edliyeya Rihayê di roja 120'emîn de berdewam bike.