RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 121’emîn de çalakiya xwe ya “edaletê” didomîne. Rêveberên Partiya Pêşerojê serdana malbatê kirin û gotin “em berxwedana we ya birûmet destek dikin.”
Malbata Şenyaşar 121 roj in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza “edaletê” dike. Malbat îro jî serê sibê hat ber edliyeyê û çalakiya nobeta “edaletê” li dar xist. Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar dowîzan danîn erdê û daxwaza edaletê kirin.
Îro Cîgirên Serokên Giştî yên Partiya Pêşerojê Ganî Torûn û Serkan Ozcan û gelek rêveberên vê partiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin.
Emîne Şenyaşar di serdanê de axivî û got: “Bila lawê min Fasil bidin min.”
Ferît Şenayaşar jî got ew dixwazin li tavilê dawî li zilma li ser wan were û daxwaza wan pêk were.
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ganî Torûn jî destnîşan kir ku ew civak tê cezakirin û got: “Em li cem malbatê ne. Heq, hiqûq û edalet nîne. Em berxwedana birûmet a malbatê silav û destek dikin.”
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê û Berdevkê Partiyê Serkan Ozcan jî da zanîn ku hêsirên dayika Emînê dilê wan dişewitîne û wê îqtidar hesabê vê yekê bide.