ENQERE - Li navçeya Mamakê welatiya bi navê Oznûr Aydin keç û neviyên xwe kuşt û piştre întihar kir.
Li navçeya Mamakê ya Enqerê, welatiya bi navê Oznûr Aydin piştî ku keça xwe Meryem Aksak (23) û neviyên xwe Merve Aksak û Omer Îsmaîl Aksakê ên 1-2 salî kuşt û întihar kir. Piştî agahdarkirinê polis û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Lêkolînên li avahiyê didomin.