STENBOL - Li Sîteya Pîşesaziyê ya Hesinkaran a Başakşehîra Stenbolê teqîn pêk hat û 2 kes birîndar bûn.
Li kargehek Sîteya Pîşesaziyê ya Hesinkaran a li navçeya Başakşehîra Stenbolê teqînek rû da. Nehat zanîn teqîn ji ber çi pêk hatiye û 2 kes birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.