ENQERE - Karkerên madenê yên ku çûna wan a ber Meclîsê hat astengkirin, di ketina Enqereyê de çalakî li dar xistin û baretên xwe şikandin.
Karkerên madenê yên Şirketa Ûyarê ya li navçeya Soma ya Manîsayê ku 8 sal in tazmînata xe wernegirtine bi sendîkaya xwe Maden-Îş a Serbixwe re meşiyan Enqereyê. Di ketina Enqereyê de 4 roj in ji aliyê polîsan ve tên astengkirin û destûr nayê dayîn bimeşin ber Meclîsê. Karkeran îro jî xwest biçin ber Meclîsê polîsan ew asteng kirin. Parlamenterê CHP’ê Ozgur Ozel çû serdana karkeran û piştevaniya wan kir.
BARETÊN XWE ŞIKANDIN
Polîsan mudaxileyî meşa karkeran kir. Karkeran dirûşm berz kirin û bertek nîşanî polîsan dan. Karkeran çalakî li dar xistin û baretên xwe şikandin.
BANGA PIŞTEVANIYÊ
Pisporê Rêxistinkirinê yê Maden-Îşê Başaran Aksû li ser navê karkeran daxuyanî da û got: “Em ne kole ne, em wekheviyê dixwazin. Em banga piştevaniyê li her kesî dikin.”
Karker di ketina Enqereyê de disekinin.