NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 48 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 5 hezar û 171 kes jî pê ketin.
Wezareta Tenduristiyê, daneyên rojane yên şewba Covîd-19'ê parve kirin. Li gor daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 48 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 5 hezar û 171 kesên din jî pê ketine û 5 hezar û 12 kes jî baş bûne.
Li seranserê Tirkiyeyê rêjeya doz ewil a derzîkirinê bû ji sedî 59.90.