* Serokê ÎHD'a Wanê Mehmet Karataş, anî ziman ku tecrîd sûcekî li hemberî mirovahiyê ye û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tu devera cîhanê tune ye.
* Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li gelek deverên bajêr çêkirina rê û peyarêyan dabû destpêkirin. Lê ji ber ku çêkirina rê û peyarêyan nayê qedandin esnafên bajêr ji ber vê bêzar bûne.
* Mehmet Velat Îzol ku bû Serokê Baroya Rihayê, piştî 35 salan peywira bavê xwe hilgirt. Îzol, bibîr xist ku çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan hatine asteke xetere û got: "Em ê tavilê mudaxileyî vê pirsgirêkê bikin. Wext hindik maye."
* Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga yê ku saleke xwarina wî mama ye û daketiye 35 kîloyan rewşa wî her ku diçe giran dibe. Malbat û parezera Tanboga bang kir û gotin: "Divê cezayê wî bê taloqkirin û bihêlin ku were tedawîkirin."
* Kesê LGBTÎ+ Şukru Yuzer ku di Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê de ye ji ber binpêkirinên mafan serî li ÎHD'ê da û got: "Dixwazim pirsgirêkên min min çareserkirin."
* Piştî ku derket holê Fermandarê Qereqola Darayê Suleyman K. û cîgirê wî Mehmet A. tevî şebekeyekê dest bi defîngeriyê kirine, bêyî haya kesî jê çêbibe her du kes ji peywirê hatin girtin.
* Cotkarên titûnê nerazîbûn nîşanî “belgeya karbidestiyê” ya danîn pêşiya titûnfiroşan dan û gotin: “Ev yasa tê wê maneyê ku titûnê teslîmî lobiyan bike. Nanê me ji destê me diçe. Kêr gihîştiye hestî.”
* Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 124'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.
* Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê wê li avahiya komeleya xwe bi rojnamevanan re bicivin. (10.00)
* Înîsiyatîfa Malbatê Pirsûsê wê li ber Şaredariya Kadikoya Stenbolê daxuyanî bidin û meşek nûnertî ber bi Enqereyê ve bidin destpêkirin. (12.30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê têkildarî doza Aydin Erdem a li DMME'yê bi encam bû dê li avahiya xwe daxuyanî bide. (13.00)
* Rêxistina HDP'a Agiriyê têkildarî tecrîdê wê li avahiya xwe panel li dar bixe. (13.00)
* Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan ji bo "vekirina komî" tê Amedê. (17.00)