Malbatên girtiyan: Kê ev heq daye wan ku zarokên me îşkence dikin?

  • rojane
  • 09:01 11 Tîrmeh 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Malbatên girtiyên Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S'yê bertek nîşanî îşkenceya gardiyanan dan ku li zarokên wan kirin. Malbatan got: "Yên ku dibêjin em însan in bila li hemberî vê îşkence û zilmê bêdeng nemînin." 
 
Di 8'ê Tîrmehê de 20 girtiyên ku bi darê zorê ji Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa L'yê sewqî Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S'yê hatin kirin, ji hêla gardiyanan ve lêgerîna tazî li wan hatibû ferz kirin û ji ber ku girtiyan ev lêgerîn qebûl nekiribûn destê wan ji paş de hatibun kelemçekirin û bi erdê ve hatibûn kaşkirin. Malbatên girtiyan bertek nîşanî îşkenceya gardiyanan dan û destnîşan kirin ku dê vê îşkenceyê qebûl nekin û bang li raya giştî kirin ku dengê girtiyan bibihîzin. 
 
'SARINC Û TELEVÎZYONA WAN TUNE YE' 
 
Adil Aşkan, bavê girtî Seyîthan Aşkan, anî ziman ku li Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S'yê li dijî girtiyan pêkanînên li dijî mirovahiyê pêk tên û got: "Seyîtxan beriya niha di Tîpa L'yê de bû. Lê piştî ku Tîpa S'yê hat çêkirin, ew sewqî wir kirin. Li wir gardiyanan lêgerîna tazî li wan ferz kir. Wan jî ev qebûl nekiriye û yek bi yek gardiyanan êrîşî wan kiriye û li wan xistine. Bi lêxistinê ser û çavên wî werimîne. Niha di hucreyê de tên girtin. Di girtîgehê de jî vê êrîşê dikin. Xwarinê nadin, sarinca wan û televîzyona wan tune ye. Duh li ser telefonê hawar dikirin û digotin ji me re pere bişînin ku em ji xwe re bidin sarincekê. Di vê germê de ava germ didin wan. Lê tevî vê yekê hevalekî wan ê temenmezin bi erdê kaşkirine û nebirine nexweşxaneyê. Êrîşeke gelek mezin li ser girtiyan heye. Digotin li girtîgehan lêgerîna tazî tune ye. Heger nebe ev çi ye? Nahêlin bi kurdî biaxivin. Dibêjin em ê ji ber bêaviyê bimirin. Çima nahêlin ku zarokên me di girtîgehê de bi kurdî biaxivin? Raya giştî çima vê zilmê qebûl dike? Em malbatên girtiyan, vê îşkenceyê qebûl nakin."
 
'MA HEQÊ WAN HEYE KU EW VÊ ÎŞKENCEYÊ LI ZAROKÊN ME DIKIN?'
 
Emîne Erdogan, dapîra girtî Îslam Erdogan, bal kişand ser îşkenceya ku li girtiyan hatiye kirin û anî ziman ku ew malbatên girtiyan ew ê vê zilma ku li zarokên wan hatiye kirin qebûl nekin û got: "Dema ku neviyê min hatî girtin 14 salî bû. Di xew de girtine û birine. Ma heqê wan heye ku ew vê îşkenceyê li zarokên me dikin? Zarokên me mirov nekuştine û ne jî mal hilweşandine. Çima vê tînin serê zarokên me? Li vî welatî heqî nema ye. Yên ku zilmê dikin zêde dibin û yên ku heq û hiquqê dixwazin tune dikin. Hikûmet li pişt vê zilmê ye. Hûn çima vê zilmê dikin? Ya xwedê bikin da ku xwedê jî bide we. Me digot Erdogan serokê Tirkiyeyê ye û me rêz û hûrmet jê re girt. Me nedizanî ku wê Erdogan me wêran bike û li ser serê me zilm bike."
 
'EM QEBÛL NAKIN' 
 
Gullî Avar, dayika girtiyê bi navê Veysî Avar, anî ziman ku ji ber ku girtîgeh pir dûr e ew nikare biçe hevdîtina kurê xwe. Avar, bilêv kir ku kesên ku li girtîgehan îşkenceyê li girtiyan dikin ji kê hêz digirin û got: "Di hevdîtina heftane de ji me re ragihand ku gardiyanan êrîşî wan kiriye û li wan xistiye. Ji ber ku rê dûr e ez nikarim biçim hevdîtinê û ji ber wê jî ez niha nizanim ku kurê min di kîjan rewşê de ye. Bila vê zilma li ser girtiyan bi dawî bikin. Em vê zilmê qebûl nakin. Jixwe di girtîgehê de ye, çima vê zilmê lê dikin? Ma ev heqê xwedê ye? Yên ku dibêjin em însan in bila li hemberî vê îşkence û zilmê bêdeng nemînin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

11/07/2021
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand
10:26 Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike
09:20 TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 227'an de berdewam dike
09:01 Malbatên girtiyan: Kê ev heq daye wan ku zarokên me îşkence dikin?
09:01 Agirê li Marmarîsê di 4 saetan de, yê li Dara Hênê di 5 rojan de hat tefandin
09:00 Ava paqij bi dest wan nakeve
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:06 Dolmîşa penaberan qeza kir: 12 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
10/07/2021
23:34 Vekirina Zarok MA'yê bi konserekê hat pîrozkirin
23:20 Daxuyaniya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya derbarê alîkariyên NY'yê de
22:44 5 hezar û 530 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:02 Alî Îsmaîl Korkmaz hat bibîranîn
20:24 Ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve dimeşin
19:55 Têkildarî tahdeya li Girtîgeha Antalyayê serî li ÎHD'ê dan
18:49 Dayikên Aştiyê: Bila tecrîd bê rakirin
17:11 ‘Li hemberî polîtîkayên li dijî xweza û civakê bisekinin’
17:01 Kongreya OHD'ê: Bila tecrîd bi dawî bibe û Ocalan muxatab bê girtin
16:50 Endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê hatin berdan
16:30 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat binçavkirin
16:26 Banga berdana girtiyê nexweş Çakal kirin
16:11 Zarokê ku ji bo hênîkbûnê ket qenala avê rakirin nexweşxaneyê
16:04 Decathlona ku cih neda kurdî şermezar kirin
15:57 Malbatên Pirsûsê: Em ê bibin yek deng û serbikevin
15:42 Dayikên Şemiyê bal kişandin ser doza ku jê tên darizandin
15:42 Banga berdana girtiyê nexweş Tamboga
15:16 Ji Girtîgeha Ceyhanê 4 girtî sewq kirin
14:59 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş kirin
14:38 Doznameya doza girtinê ji HDP’ê re hat ragihandin
14:22 Rêyên ku nehatibûn temamkirin li Îdirê jiyanê tevizandin
14:17 Ji bo Çetîn û Înter merasîma oxirkirinê hat lidarxistin
13:31 Mudaxaleyî kesên ku xwestin ji bo Pirsûsê bimeşin kirin: 6 binçavkirin
12:56 Biryara girtina meleyan beriya îfade girtinê hat dayîn
12:43 Xizmên windayan aqûbeta rêveberê DEP'ê Yildirim pirsîn
12:37 'Em HDP ne, li her derê ne'
11:56 Li Konyayê êrişî malbata kurd kirin: Em we li vir nadin jiyîn
11:35 Vedat Aydin hat bibîranîn: Em ê xeyalên wî pêk bînin
11:16 Ji Malbata Şenyaşar parvekirina Erdogan: Wê rastî zû dereng derkevin holê
10:47 Polîsan êrişî Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê kir: 13 kes binçav kirin
10:21 Hevdîtina bi îstîxbaratê re li girtiyan ferz dikin
09:07 Koma 46'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Berdevka Komîsyona Jinan a KNK'ê Bîrlîk: Li dijî şerê mêrê serdest, çareserî Kongreya Jinan a Neteweyî ye
09:05 Karkerên jin doza heqdesteke wekhev û sîgorteyê dikin
09:05 Gardiyanan êrîş bir ser wê, ji dêvla bibin nexweşxaneyê, wê xistin hucreyê
09:04 Bijîşk Yavîç: Divê xebatên ji bo aşiyê bi kurdî bên kirin
09:04 Zarokê 12 salî ji ber zilmê daye ser rêyan
09:04 Esnafên amedî: Em kartên krediyê qilopanî dikin û bi vî hawî debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
00:22 Ji ber 'xutbeya bi kurdî' 9 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê hatin girtin
09/07/2021
21:30 Di 2015'an de Erdogan: Pêvajoya çareseriyê di sarincê de ye
Di 2021'ê de Erdogan: Ê ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir ne em bûn
21:11 11 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
21:03 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:50 Li Antalyayê 20 girtiyên bi darê zorê hatin sewqkirin hatin îşkencekirin
16:47 Zarokê 8 salî ku otobusa şaredariyê lê qelibî jiyana xwe ji dest da
16:43 Wê li Êlihê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn
16:43 Wê li Êlihê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn
16:08 Amed wê piştevaniya meşa ji bo Pirsûsê edalet bike
16:04 Hatina Erdogan trafîka Amedê serûbin kir
15:41 Li Girtîgeha Tarsûsê binpêkirinên mafan zêde bûn
15:33 Tirkiye qebûl kir ku di doza Erdem de lêpirsînek bibandor nekiriye
14:47 Polisan mudaxaleyî malbatên Pirsûsê ku xwestin bimeşin Enqerê kirin
14:34 Dermankirina zarokê ku eskeran ew birîndar kiribû didome
14:18 Di binçavan de lêgerîna tazî li karkerên Sînboyê kirin
14:02 EMEP: Kesên biguman ketin partiya me
13:39 HDP’ê serdana esnafên titûnê kir
13:38 Hatina Erdogan Amedê dorpêç kir
12:55 ÎHD'a Amedê bi rojnamevanan re civiya
12:44 Li Semsûrê gelek titûnfiroş hatin binçavkirin
12:42 Rêveberiya nû ya Baroya Rihayê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:37 Doza rojnamevanan hat taloqkirin
12:36 Îfadeyên endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat girtin
12:24 Li Efrînê di sal û nîvan de 83 jin hatin qetilkirin
12:09 Her roj kurd tiştan jê dikirin lê kurdî nîne!
11:33 Qutkirina avê ya li 8 gundên Hezoyê di roja 17’emîn de didome
10:34 Serokê Maden-Îşê Çetîn û endamê sendîkayê jiyana xwe ji dest dan
10:29 Welatiyên Amedê: Em naxwazin Erdogan were vî welatî
10:01 Bi hezaran polîs anîn Amedê
09:54 Cotkarên titûnê: Kêr gihîştiye hestî
09:38 Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Pergaleke bêhiqûqî heye
09:14 Girtiyê nexweş bi mama dijî û her roj zeîf dibe
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 225'emîn de berdewam dike
09:13 Fermandarê qereqolê û cîgirê wî ji ber 'defînegeriyê' ji peywirê hatin girtin
09:12 Kesê girtî ji ber binpêkirinên mafan serî li ÎHD'ê da
09:10 Îzol: Karê me yê ewil dê çalakiyên greva birçîbûnê bin
09:09 Qeyûm rêyan xera dike û çêdike: Esnafên Wanê bêzar bûne
09:08 ‘Tecrîda li ser Ocalan pêk tê li tu devera cîhanê tune ye'
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08/07/2021
21:04 Îro 5 hezar û 171 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:57 Şaredarê Pîranê Aygoren tevli AKP'ê bû
20:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Dê Denîz bi ser bikevin, faşîzm têk biçe
16:54 Li Dêrîkê gengeşeya DEDAŞ’ê
16:45 Beriya hatina Erdogan a Amedê li mal û kargehan lêgerîn hat kirin
16:06 Ji bo 33 qurbaniyan dê bimeşin Enqereyê
15:42 Posterê Denîz Poyraz li sûrên Kadîfekaleyê ye
15:34 Derbarê Hevserokê HDP’ê yê pirsgirêka avê anî ziman lêpirsîn hat destpêkirin
15:28 Di doza destdirêjiyê ya GGM'ê de 15 sal ceza li bersûcan hat birîn
15:05 Cezayê hefsê li rojnamevan Şîmşek hat birîn