Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir

  • rojane
  • 13:15 11 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Şandeya Îmraliyê Hatîp Dîcle destnîşan kir ku Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP’ê pêvajoya “çareseriyê” bi dawî kir û got: “Bi îqtidara ku zîhniyeta Îttîhat-Terakkî temsîl dike re pêvajoya aştî û çareseriyê ne mimkin e. Dema ev zîhniyet têk biçe, wê pirsgirêka kurd jî bi şiklek demokratîk were çareserkirin.” 
 
Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di 9’ê tîrmehê de hat Amedê. Di gotin ango daxuyaniyên Erdogan de tu guhertin nebû. Dîsa bi heman gef û gûran li dijî kurdan û partiyên kurdan axivî. Erdogan di daxuyaniya xwe de ji dawîkirina pêvajoya çareseriyê HDP’ê berpirsiyar girt. Lê Erdogan gotinên xwe yên di sala 2015’an de ku gotibû “Me pêvajoyê rakiriye sarincê” ji bîr kir û li Amedê carek din HDP’ê ji vê yekê wek berpirsiyar girt. Daxuyaniyên Erdogan carek din pêvajoya çareseriyê çawa dest pê kiriye û çawa bi dawî bûye anî rojevê. 
 
Erdogan mutabakata Dolmbahçeyê red kiribû û bi vê yekê re tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat girankirin. Pêvajoya çareseriyê piştî Komkujiya Pirsûsê ya di 20’ê Tîrmeha 2015’an û kuştina 2 polîsên li navçeya Serêkaniya Rihayê ya di 22’ê Tîrmeha 2015’an de hat bidawîkirin û carek din konsepta şer dest pê kir. 
 
Endamê Şandeya Îmraliyê Hatîp Dîcle ku bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn têkildarî daxuyaniya Erdogan a dawî ji ajansa me re axivî. 
 
‘KURD RÛYÊ WAN RASTÎ BAŞ NAS DIKIN’ 
 
Hatîp Dîcle anî ziman ku Erdogan dîsa li pey xapandina kurdan e û lewma hatiye Amedê û hatina wî ya Amedê jî bi pilankirî bû û got: “Çimkî herî zêde ew dizanin kurd çiqas bi pirsgirêkan re rûbirû mane. Di vê pêvajoya dawî de kurd rûyê wan rastî êdî baş nas kirine. Êdî dibînin ku çawa dihelin. Ji ber vê yekê jî ji kurdên nav AKP’ê re vê dibêjin; biçin bi wan însanên me berê bi rêya wan qezenc dikir re hevdîtinan bikin. Teqez wan qanih bikin û bila bixebitin. Pir eşkere dibînin ku di nava bêçaretiyekê de ne.” 
 
‘HAT AMEDÊ DEREWAN KIR Û ÇÛ’ 
 
Dîcle bal kişand ser hatina Erdogan a Amedê, daxuyaniyên wî û wiha got: “Em dibînin ku piştî Erdogan hat Amedê taktîkeke nû xiste merîyetê. Bi ser bi dawîkirina pêvajoya Îmraliyê re hema bêje 6 sal derbas bûn. Piştî ku pêvajoya Îmraliyê qediya û şunde me wê demê weke Şandeya Îmraliyê gelek berfireh ji çapemeniyê re vegot. Balkêş e ku Erdogan jî di nav de tu AKP’iyan negot ‘hûn rastiyan nabêjin, nîşeyên Îmraliyê hene, li gorî wan rastî eve’. Ji ber wê yekê hatina Erdogan a Amedê lêgerîna ka ‘ez ê kurdan dîsa çawa bixapînim, qet nebe hilbijartinên pêşiya me de ez ê çawa di nava kurdan de dengên xwe bilind bikim’ e.”
 
Dîcle da zanîn ku gelê kurd dizane AKP weke MHP’ê dijminê gelê kurd e û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê gotinên Erdogan ser gel bandoreke mezin nake. Lê ew bi israr weke Wezîrê Propagandayê Goebbels ê Hîtler derewên xwe berdewam dikin. Tişta ku Erdogan kir jî ev bû. Weke meseleya derziyê bi derewan propaganda kir. Wê bibînin ka wê gelê kurd bi van gotinan bixape an na? Em ê bi hev re bibînin.”
 
‘ERDOGAN LI SER ZEXTÊN ERGENEKON Û MHP’Ê PÊVAJOYÊ BI DAWÎ KIR’
 
Dîcle bersiva pirsa me ya “Li gorî we kî pêvajoya çareseriyê bi dawî kir?” jî wiha da: “Hevkariya Fethullah Gulen û Erdogan bi operasyona 17-25’ê Kanûna 2013’an de bi dawî bû. Yanî bi hev ketin. Di navbera wan de şerê îqtidarê dest pê kir. Erdogan bi hêza Fethullah Gulen re bi ser Ergenekonê ve çû. Vê yekê Erdogan xist nava fikaran. Erdogan çerx kir. Hêj hevdîtinên me û dewletê didomiyan, pejna hin tiştan dihat kirin. Lê pişt re hemû bi eşkereyî derket holê. Ergenekon û MHP’ê zextan li şirîkê xwe Erdogan kir û bi tasfiyekirina cemaeta Fetgullah Gulen re, biryara tasfiyekirina kurdan û bidawîkirina pêvajoya çareseriyê hat dayîn. Bi îqtidara ku zîhniyeta Îttîhat-Terakkî temsîl dike re pêvajoya aştî û çareseriyê ne mimkin e. Dema ev zîhniyet têk biçe, wê pirsgirêka kurd jî bi şiklek demokratîk were çareserkirin.” 
 
MA / Ozgur Paksoy 
 

Sernavên din

14/07/2021
13:43 Civîna HDP’ê ya rêxistinkirinê di roja sêyemîn de ye
13:26 Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo Geverê daxuyanî da
12:58 AYM’ê têkildarî îşkencekirina welatî biryara binpêkirinê da
12:54 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
12:53 Doza rojnameger Şahîn û Gayip taloq bû
12:43 HDP'î ber bi Marmarîsê derketin rê
12:04 Eskeran gule berdan gundiyên ku li pezê xwe digeriyan
11:50 Doza xizmên qurbaniyên Roboskiyê dîsa hat taloqkirin
11:27 Danişîna doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:41 Girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê dikin hucreyan
10:40 Bûldan li Rihayê ye Şenyaşar di bin çavan de ne
10:18 Piştî 57 rojan cenazeyê Bûlat dan malbata wî
10:15 Gardiyan li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de didin
09:46 Li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê êrişa çekdarî pêk hat
09:28 Generalê biçûk ê Apê Mûsa: Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû
09:25 Bavê Îsa Uke: Ji ber xemsariya DEDAŞ û DSÎ'yê cînayet pêk hat
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê derket 15 rojan carekê
09:21 SAMER: Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye
09:20 Îstinafê di Doza JÎTEM'ê ya Qoserê de 'bêcezatî'yê pesend kir
09:17 10 salên li Girtîgeha Jimare 5'an: A herî giran bêhna xwînî û olana qîrînan bû
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
13/07/2021
21:39 Dîlokiyan bi coşeke mezin HDP'iyan pêşwazî kir
20:27 46 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê bang kirin
16:47 Michale Rûbîn geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîsand
15:42 Onlu: Kesên plana çokşikandinê amade kirin li ber têkçûnê ne
15:30 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:28 Polîsekî Alîkarê Midurê Polîsan ê Colemêrgê kuşt
14:52 Hevserokê HDP’ê yê Halîliyeyê hat binçavkirin
14:45 Talîban gef li Tirkiyeyê xwar
14:41 DEDAŞ'ê li Dêrikê têlên ceyranê birî
14:33 Baroya Şirnexê doz li DEDAŞ'ê vekir
14:02 Roja ku ji girtîgehê were berdan cenazeyê wî derket
13:59 Serokê EMEP'ê Akdenîz serdana ajansa me kir
13:46 Varyanta Deltayê belav dibe: Li 36 bajaran hat tespîtkirin
13:43 Serokê EMEP'ê Akdenîz, ji bo MA'yê nivîsand: Li Afganistanê gel koçber dibe
13:21 Ji bo AKP’iyan li mizgeftê protokol hat avakirin
12:43 'Lêgerîna dev' li girtiyên nexweş ferz dikin
11:46 HDP'ê qurbaniyên Geliyê Zîlan bi bîr anî
11:13 Wê di Doza Elçî de şahid bên guhdarkirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir