NAVENDA NÛÇEYAN - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Arti TV û Arti Gerçekê Celal Başlangiç krîza dil kir.
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Arti TV û Arti Gerçekê Celal Başlangiç ku duh nîvro li paytexta Elmanya Kolnê diçû kar di trênê de krîza dil kir. Başlangiç rakirin nexweşxaneyê û anjiyo kirin. Hat zanîn ku rewşa Başlangiç baş e û li nexweşxaneyê tedawiya wî berdewam dike.