STENBOL - Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Bahçelîevler û Maltepe yên Stenbolê berxwedêrên rojiya mirinê yên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn.
Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Bahçelîevler û Maltepeyê yên Stenbolê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de li dijî hovîtiya Zindana Amedê dest bi rojiya mirinê kirin û jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.
Rêxistina HDP'a Bahçelîevlerê li avahiya xwe bîranîn li dar xist û rêveberên partiyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bûn. Di bîranînê de pankartê “Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê têcrîdê bişkînin û azadiya xwe pêk bînin” daliqandin. Rêz hat girtin û pişt re sînevziyona rastiya Zindana Amedê dihat vegotin hat nîşandan.
Di bîranînê de Endamê ANYAKAY-DER'ê Îsmaîl Îtîk, endamê MATUAY-DER'ê Yusuf Yalbaç û endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Newroz Guler axivîn û behsa hovîtiya li Zindana Amedê kirin û gotin ew ji kevneşopiya berxwedana li Zindana Amedê tên.
Piştî axaftinan stran hatin gotin.
MALTEPE
Rêxistina HDP'ê jî her çar berxwedêran bibîr anî û bernameya wan bi rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinên hatin kirin de hat destnîşan kirin ku mîrasê berxwedana li Zindana Amedê divê were berdewamkirin.