Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in

  • rojane
  • 09:06 13 Tîrmeh 2021
  • |
img

STENBOL - Hanîfe Molla ku ji gardiyanên tehde li kurê wê Mûstafa Molla kirin re got, "ez ê giliyê we bikim", gardiyan jî jê re got: "Li vir em hem dadger hem jî dozger in." 

Mûstafa Molla ku di Tîrmeha 2018'an de li Stenbolê bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin û wî şandibûn Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 6'an, 12 sal ceza lê hat birîn. Paşê Molla, sewqî Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê kirin. Dayik Hanîfe Molla ku di 7'ê Tîrmehê de çû girtîgehê cem kurê xwe, di dema hevdîtinê de dewsa derban li ser canê kurê xwe dîtiye û ji kurê xwe pirsî ye. Kurê wê jî jê re gotiye di 28'ê Hezîranê de 8 gardiyanan lêxistiye. 
 
RAPOR NEDANÊ
 
Molla, anî ziman ku gardiyanan kurê wê birine hewadariê û li wir 8 gardiyanan lêxistiye. Molla, bilêv kir ku di 29'ê Hezîranê de kurê wê xwestiye biçe nexweşxaneyê û raporê bigire, lê gardiyanan dîsa lêxistiye. Molla got: "Piştî kurê min israr dike, wî dibin revîrê. Bijîşkê revîrê, kurê min muayene nake. Kurê min ji bijîşk rapora derbkirinê dixwaze, lê bijîşk nadê. Mûstafa dibêje, qirika min diêşe û dixwaze bijîşk dermanekê jê re binivîse. Bijîşk derman nanivîse û bi vî awayî kurê min dibin qawîşê. Kurê min bi erdê ve kaş dikin û dibin qawîşê." 
 
HER DERÊ WÎ MOR BÛBÛ 
 
Molla, diyar kir ku piştî lêdanê cezayê ragihandinê li kurê wê hatiye birîn û ji ber vê nikaribûne pêwendî pê re deynin. Dayik Molla got: "Piştî ku kurê min telefon nekir, di 7'ê Tîrmehê de çûm girtîgehê. Di dema hevdîtinê de her tiştî ji min re got. Di dema hevdîtinê de gomlekê xwe rakir û her derê canê wî mor bû." 
 
GILÎ
 
Molla, bilêv kir ku piştî hevdîtinê xwestiye biçe cem dozgerê girtîgehê û got: "Gardiyanan got, 'Dozger ne li vir e. Tu çima dixwazî biçî cem dozger?' Min jî got, 'Ez ê biçim giliyê we bikim. We li kurê min xistiye.' Ji min re gotin, 'Li vir em hem dadger hem jî dozger in. Min jî got, 'mafên min ên qanûnî hene û ez ê wan bi kar bînim' û min pirsî bê ka dozger li ku ye. Ji min re gotin, dozger li navenda bajêr e. Ez jî çûm navenda bajêr û min hevdîtin bi dozgerekî re kir. Mala wî ava, bi me re eleqedar bû. Min her tişt jê re got û min giliyê gardiyanan û bijîşk kir." 
 
Dayik Molla, destnîşan kir ku girtî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin û tenê daxwazeke girtiyan heye ew jî doza mafên xwe yên qanûnî dikin. 
 
BANG DAYIKAN KIR 
 
Molla, diyar kir ku kurê wê 3 sal in girtiye û heya niha derbarê wî de gelek lêpirsîn hatine kirin. Molla, bilêv kir ku bi vî awayî înfaza kurê wê jî hatiye şewitandin û got: "Lêpirsînên wan jî hemû eletewş in. Mesela, ragihandin û pirtûkwergirtin mafê hemû girtiyan e. Lê nadin Mûstafa. Kurê min daxwaznameyê dinivîse û dibêje, 'pirtûkan dixwazim.' Ji ber vê derbarê wî de lêpirsînê vedikin û ceza lê dibirin. Bi vî awayî înfaza kurê min şewitandin. Ez tenê doza edaletê dikim. Li vê dewletê edalet nemaye, lê heger hebe dixwazim hesabê vê bê pirsîn. Bang li daikên girtiyên azadiyê dikim. Werin em bibin yek û zarokên xwe bi tenê nehêlin. Ew canên me ne, ew rûmeta me ne. Ji bo rûmetê, ji bo gelê me têdikoşin. Kesî nekuştine, dizî nekirine. Têkoşîna wan, têkoşîna rûmetê ye. Dayikno werin em bibin yek û li cem zarokên xwe bin." 
 
Têkildarî mijarê me telefonî girtîgehê kir, lê rêvebiriya girtîgehê anî ziman ku dê derbarê vê de tiştekî nebêjin. 
 
MA / Ferhat Çelîk 

Sernavên din

14/07/2021
13:43 Civîna HDP’ê ya rêxistinkirinê di roja sêyemîn de ye
13:26 Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo Geverê daxuyanî da
12:58 AYM’ê têkildarî îşkencekirina welatî biryara binpêkirinê da
12:54 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
12:53 Doza rojnameger Şahîn û Gayip taloq bû
12:43 HDP'î ber bi Marmarîsê derketin rê
12:04 Eskeran gule berdan gundiyên ku li pezê xwe digeriyan
11:50 Doza xizmên qurbaniyên Roboskiyê dîsa hat taloqkirin
11:27 Danişîna doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:41 Girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê dikin hucreyan
10:40 Bûldan li Rihayê ye Şenyaşar di bin çavan de ne
10:18 Piştî 57 rojan cenazeyê Bûlat dan malbata wî
10:15 Gardiyan li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de didin
09:46 Li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê êrişa çekdarî pêk hat
09:28 Generalê biçûk ê Apê Mûsa: Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû
09:25 Bavê Îsa Uke: Ji ber xemsariya DEDAŞ û DSÎ'yê cînayet pêk hat
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê derket 15 rojan carekê
09:21 SAMER: Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye
09:20 Îstinafê di Doza JÎTEM'ê ya Qoserê de 'bêcezatî'yê pesend kir
09:17 10 salên li Girtîgeha Jimare 5'an: A herî giran bêhna xwînî û olana qîrînan bû
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
13/07/2021
21:39 Dîlokiyan bi coşeke mezin HDP'iyan pêşwazî kir
20:27 46 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê bang kirin
16:47 Michale Rûbîn geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîsand
15:42 Onlu: Kesên plana çokşikandinê amade kirin li ber têkçûnê ne
15:30 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:28 Polîsekî Alîkarê Midurê Polîsan ê Colemêrgê kuşt
14:52 Hevserokê HDP’ê yê Halîliyeyê hat binçavkirin
14:45 Talîban gef li Tirkiyeyê xwar
14:41 DEDAŞ'ê li Dêrikê têlên ceyranê birî
14:33 Baroya Şirnexê doz li DEDAŞ'ê vekir
14:02 Roja ku ji girtîgehê were berdan cenazeyê wî derket
13:59 Serokê EMEP'ê Akdenîz serdana ajansa me kir
13:46 Varyanta Deltayê belav dibe: Li 36 bajaran hat tespîtkirin
13:43 Serokê EMEP'ê Akdenîz, ji bo MA'yê nivîsand: Li Afganistanê gel koçber dibe
13:21 Ji bo AKP’iyan li mizgeftê protokol hat avakirin
12:43 'Lêgerîna dev' li girtiyên nexweş ferz dikin
11:46 HDP'ê qurbaniyên Geliyê Zîlan bi bîr anî
11:13 Wê di Doza Elçî de şahid bên guhdarkirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir