Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir

  • rojane
  • 09:06 13 Tîrmeh 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Şahidê rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê ya li Girtîgeha Amedê ya Jimare 5'an nivîskar Mahmût Barik got: "14'ê Tîrmehê xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir." 

Li Girtîgeha Amedê ya Jimare 5'an, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, di 21'ê 1982'yan de li hemberî pêkanînên îşkenceyê yên serpel Esat Oktay Yildiran, bedena xwe da ber agir. Piştî vê çalakiya Dogan, di 18'ê Gulana 1982'yan de Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn jî gotin "Em peyrewên Mazlûm in" û wan jî bedenên xwe dan ber agir. Piştî vê di 14' Tîrmeha 1982'yan de girtiyan çalakiya rojiya mirinê da destpêkirin. Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, li hêwana dadgehê rojiya mirinê ragihand û paşê Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz daxilî nav rojiya mirinê bûn. Di roja 53'yan a rojiya mirinê de Kemal Pîr, di roja 61'ê ya rojiya mirinê de Hayrî Dûrmûş, di roja 63'yan a rojia mirinê de Akîf Yilmaz û di roja 65'an a rojiya mirinê de jî Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dan. 
 
XWESTIN TESLÎM BIGIRIN 
 
Şahidê rojiya mirinê ya li Girtîgeha Amedê nivîskar Mahmût Barik ku di dema derbeya eskerî ya 1980'yî de hatibû binçavkirin û 63 rojan di bin çavan de hatibû îşkencekirin û paşê hatibû girtin, anî ziman ku gava hat girtin 18 salî bûye.
 
Barik got: "Li hemû qadên jiyanê firtoneye rakirin. Ne mimkun e ku mirov karibe bi peyvan behsa wan rojan bike." Barik, behsa îşkenceya li wan hatiye kirin kir û got: "Xwarin tune bû, av tune bû. Her roj, erê her roj lêdan, îşkence, lêpirsîn û heya êvarî carewar. Her roj heya êvarî guhdarîkirina qîrîn û hawarê. Derûniya me xera bûbû. 12'ê Îlonê wehşetek mezin bû." 
 
XWESTIN HÊVIYÊ BIŞIKÎNIN
 
Nivîskar Barik, diyar kir ku kesên li ber îşkenceyê li ber xwe dan û yên teslîm bûn, bûn du beş û li Girtîgeha Jimare 5'an berxwedana ewil çalakiya greva birçîbûnê ya 8 rojan bûye. Barik got: "Derdora me hatibû dorpêçkirin. Dixwestin hêviya me bişikînin. Paşê Esat Oktay hat." Barik, diyar kir ku piştî çalakiya 8 roja  teslîm bûne û qebûl kirine bibêjin "em tikr in", lê piştî teslîm bûne daxwazên wan bi dawî nebûne. Barik wiha behsa wan rojan kir: "Dawiya daxwazan nehat. Me got, em tirk in. Xwestin em dua bikin, me kir. Bi me dan gotin, 'axirê em tirk in.' Me ew jî got. Bi me dan gotin 'tirkek bedêlî cîhanê ye.' Me ew jî got. 'Sonda Me' bi me dan xwendin, Sirûda Îsstiklalê bi me dan xwendin. Pêşî du bend, dû re 10 bend bi me dan xwendin. Paşê sirûd bi me dan gotin. Sirûdek bû 15 sirûd. Daxwazên wan nediqediyan. Berxwedan li qawîşa Jimare 35'an ma. Lewma me ji bo heyama Jimare 5'an re got, 'heyama teslîmiyetê.' Nedihitin em bêhnê jî bistînin. Lêdan, sirûd, perwerdehî... her roj wisa bû." 
 
ÇARAN TIRSÊ ŞIKÊNAND 
 
Mahmût Barik, anî ziman ku piştî çalakiya Mazlûm Dogan, çalakiya Çaran li qawîşa 33'yan ku ew jî li wê qawîşê bûe, pêk hatiye û piştî çalakiya Çaran îdareya girtîgehê tirsiyaye. Barik got: "Ev çalakî, tirsa di dilê girtiyan de şikênand. Mirovan fêm kir ku divê hêvî ji tirsê neyê kirin. Me ferq kir ku dawiya teslîmiyetê tune ye. Me fêm kir ku berxwedan jiyan e. A dudoyan jî ew tirs şikênand. Ev tirs, em êsirge kiribûn. Çalakiya Çaran vê xelek û zincîrê şikênand." 
 
14'Ê TÎRMEHÊ XELEK PERÇEPERÇEKIRIN 
 
Barik, destnîşan kir ku çalakiya rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê bi daxuyaniya Mehmet Hayrî Dûrmûş dest pê kir û ev çalakî pêl bi pêl belav bû. Barik, diyar kir ku îdareya girtîgehê xwestiye çalakiyê asteng bike û got: "Çawa ku Çaran hin xelek şikênandin, 14'ê Tîrmehê jî xeleka teslîmiyetê perçeperçe kir. Di 15'ê Îlonê de her kes tevlê bû. Cara ewil bû ku çalakiyek wisa qelbalix pêk hat. Çalakiya Çaran, 4 kes bûn, lê 14'ê Tîrmehê li her derî belav bû. Bû hêviyek mezin. Me fêm kir ku em ê karibin bi ser bikevin." 
 
Barik, bilêv kir ku girtî berxwedaneke bibiryar kirin û wê çaxê dest bi berzkirina dirûşmeyan kirine û got: "5 hera mirov mirinê dabû ber çavê xwe. Êdî ji gardiyanan de digotin, 'werin ûlan.' Her kesî digot ji xwe mirin heye, nexwe em li ber xwe bidin û bi vî awayî bimirin." 
 
RUHÊ PERGALÊ NAGUHERE 
 
Nivîskar Mahmût Barik, destnîşan kir ku zilm didome û ruhê pergalê neguheriye û got: "Hê jî feraseta dagirkeriyê didome. Gava takekesî xwe li ruhê mirov bilefîne, guherandina vê ne pêkan e. Ev li derve naguhere. Hêz di destê kê de be rastî jî ew e, heq jî, edalet, dadgeh jî û her tişt jî ew e. Gav tu qels bî, tu ne tu tiştî jî. Divê tu xurt bî. Wezîrê Dadê, dibêje dê hezar dadgeran wergirin, divê dê dev ji edaletê bernedin. Yahû edaleta çi? Dê dadgerê ku te ew gihandiye, edaleteke çawa belav bike? Dê li gor gotinên te, li gor qanûnên te edaletê belav bike. Ma dewlemendek pariyek xwe dide xizanekî? Na. Hiqûq, parastina ên bihêz e." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

14/07/2021
13:43 Civîna HDP’ê ya rêxistinkirinê di roja sêyemîn de ye
13:26 Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo Geverê daxuyanî da
12:58 AYM’ê têkildarî îşkencekirina welatî biryara binpêkirinê da
12:54 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
12:53 Doza rojnameger Şahîn û Gayip taloq bû
12:43 HDP'î ber bi Marmarîsê derketin rê
12:04 Eskeran gule berdan gundiyên ku li pezê xwe digeriyan
11:50 Doza xizmên qurbaniyên Roboskiyê dîsa hat taloqkirin
11:27 Danişîna doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:41 Girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê dikin hucreyan
10:40 Bûldan li Rihayê ye Şenyaşar di bin çavan de ne
10:18 Piştî 57 rojan cenazeyê Bûlat dan malbata wî
10:15 Gardiyan li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de didin
09:46 Li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê êrişa çekdarî pêk hat
09:28 Generalê biçûk ê Apê Mûsa: Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû
09:25 Bavê Îsa Uke: Ji ber xemsariya DEDAŞ û DSÎ'yê cînayet pêk hat
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê derket 15 rojan carekê
09:21 SAMER: Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye
09:20 Îstinafê di Doza JÎTEM'ê ya Qoserê de 'bêcezatî'yê pesend kir
09:17 10 salên li Girtîgeha Jimare 5'an: A herî giran bêhna xwînî û olana qîrînan bû
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
13/07/2021
21:39 Dîlokiyan bi coşeke mezin HDP'iyan pêşwazî kir
20:27 46 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê bang kirin
16:47 Michale Rûbîn geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîsand
15:42 Onlu: Kesên plana çokşikandinê amade kirin li ber têkçûnê ne
15:30 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:28 Polîsekî Alîkarê Midurê Polîsan ê Colemêrgê kuşt
14:52 Hevserokê HDP’ê yê Halîliyeyê hat binçavkirin
14:45 Talîban gef li Tirkiyeyê xwar
14:41 DEDAŞ'ê li Dêrikê têlên ceyranê birî
14:33 Baroya Şirnexê doz li DEDAŞ'ê vekir
14:02 Roja ku ji girtîgehê were berdan cenazeyê wî derket
13:59 Serokê EMEP'ê Akdenîz serdana ajansa me kir
13:46 Varyanta Deltayê belav dibe: Li 36 bajaran hat tespîtkirin
13:43 Serokê EMEP'ê Akdenîz, ji bo MA'yê nivîsand: Li Afganistanê gel koçber dibe
13:21 Ji bo AKP’iyan li mizgeftê protokol hat avakirin
12:43 'Lêgerîna dev' li girtiyên nexweş ferz dikin
11:46 HDP'ê qurbaniyên Geliyê Zîlan bi bîr anî
11:13 Wê di Doza Elçî de şahid bên guhdarkirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir