AMED - Li navçeya Çinarê, ji ber zêdebûna pêketiyên vîrûsa koronayê gundê Hucetî kirin bin qarantînayê.
Li navçeya Çinarê ya Amedê, ji ber zêdebûna pêketiyên vîrûsa koronayê gundê Hucetî yê 2 hezar gelheya wî heye kirin bin qarantînayê. Ji ber qarantînayê ketin û derketina ji gund hat qedexekirin. Ji bilî rewşên zarûrî wê kes nikaribe ji taxê derkeve.