SAMER: Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye

  • rojane
  • 09:21 14 Tîrmeh 2021
  • |
img

STENBOL - Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç, anî ziman ku armanca çûna Erdogan a Amedê ne ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd e, ji bo rayên xwe yên ji dest çûne konsolîde bike çûye û got: "Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye." 

Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, piştî 3 salan di 9'ê Tîrmehê de çû Amedê. Erdogan, li Amedê derbarê "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera 2013-2015'an de axivî. 
 
 Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîkê (SAMER) Yuksel Genç, çûna Erdogan a Amedê û daxuyaniyên wî nirxandin. 
 
Genç, diyar kir ku AKP di warê hilbijartina pêşwext de ne zelal e, lê wekî ku dê bibe amadekariyan dike. Genç, bilêv kir ku dê AKP, nikaribe krîza heyî heya 2023'yan bibe û dizane pêvajo di aleyha wê de ye. Genç, destnîşan kir ku li gor lêkolînên ku ew dikin her diçe rayên AKP û MHP'ê kêm dibin û îqtidar ji bo xwîna jê diherike bisekinîne, li rêbazekê digere. Genç got: "Îqtidar dizane dê bi vî awayî heya 2023'yan nikaribe bimeşe, lewma pêdiviya wê bi hilbijartineke pêşwext heye. Lê ji xwe ne bawer e dê kengî û çawa bike. Gelo qey li bendê ne Bahçelî ji bo hilbijartina pêşwext bang bike yan jî li benda derfeteke aborî ne ku hebikekî barê krîza heyî sivik bikin? Nizanim, lê li benda îşaretekê ne." 
 
ÇÛNA ERDOGAN A AMEDÊ 
 
Genç, bibîr xist ku beriya geşta Erdogan, di civîna Desteya Rêvebir a Navendî ya AKP'ê de hilbijartina pêşwext hatiye nîqaşkirin û ev nîqaş ji aliyê raya giştî ve jî hatiye bilêvkirin. Genç got: "Wisa xuya dike AKP amadekariya hilbijartineke pêşwext dike. Heger karibin paşveçûyîna rewşa heyî bisekinînin, îhtimala hilbijartina pêşwext heye. Mihtemelen vê yekê raçav dikin. Bi geşta xwe ya Amedê dayîna starta hilbijartina pêşwext tiştekî mihtemel e û watedar e. Ji lew re partiyeke ku nikaribe rayên kurdan bigire şensekî wê yê ku bibe îqtidar tune ye. Erdogan jî dizane rayên hilbijêrên kurd ji destan çûye û fikara wî ya di vî warî de zêde bûye." 
 
Genç got: "Lewma wisa xuya dike ku Erdogan dixwaze rayên kurdan ên ji dest çûne bide sekinandin. Geşta wî ya Amedê, xwedî wateyeke wisa sembolîk e. Wateya wê ya sembolîk a dudoyan jî ji ber Tifaqa Cumhûrê, rewşeke polîtîk rû daye ku ev rewş bûye sedema ji destçûyîna rayên kurdan. Di vê pêvajoya nû de dixwaze bi hilbijêrên kurd re hin peyaman bide şirîkê xwe MHP'ê yan jî ji xeynî MHP'ê li tifaqeke din digere. Mirov dikare vê wiha şîrove bike. Jixwe tê zanîn demek e bi Partiya ÎYÎ'yê re hin hevdîtin tên kirin. AKP, dixwaze bi awayekî xwe ji pozîsyona pirkoşeyî ya tifaqa bi MHP'ê re xelas bike." 
 
Genç, destnîşan kir ku geşta Erdogan tu kelecan û hêvî peyda nekirine, ji lew re "li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye." Genç, bibîr xist ku piştî redkirina Peymana Dolmabahçeyê Erodgan û AKP'ê pêvajo bi dawî kirine û Erdogan bi gotina xwe ya "Ê ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir ne em in" xwestiye têgihan û bîrbiriyekê biafirîne. 
 
Her wiha Genç, ji bo gotinên Erdogan anî ziman ku mirov dikare vê yekê wekî hewildanên nermkirina tifaqa hişk a bi MHP'ê re jî binirxîne û got: "Ji lew re ev dîwarê hişk, êdî wî jî difetisîne. Axaftina Erdogan a li Amedê, wateya ku dê pêvajoya çareseriyê cardin dest pê bike, di xwe de nahewîne. Bes bilêvkirina pêvajoyê, perçeyeke stratejiya jinûve bidestxistina kurdan e. Mexsed ne çareserkirina pirsgirêkê ye, mexsed konsolîdekirina rayên kurdan e û bidestxistina pêvajoyeke avakirina îqtidarê ye. Di vir de îqtidar jî û muxalefet jî baş dizanin rêya îqtidarê li cem kurdan e. Lê dê siyaseta kurd pirsgirêkê çareser bike. Dê helwest, argumanên siyasî û polîtîk ên siyaseta kurd diyarker be. Di vir de divê siyaseta kurd jî xwe li denklemeke wekî 'hemû muhtacî me ne, hela bila hemû biaxivin' nelefîne." 
 
 TIFAQA BI HDP'Ê RE 
 
Genç, behsa hin xebatên kirine jî kir. 
 
Genç, anî ziman ku ji sedî 16'ê hilbijêran dixwazin ji xeynî Tifaqa Gel, HDP bi partiyên wekî CHP û Deva'yê re tifaqê çêbike û got: "Ji sedî 16 ne hejmareke biçûk e. Ev di heman demê de îşaret bi lêgerîna hilbijêran re jî dike. Ev girîng e." 
 
STRATEJIYA HDP'Ê 
 
Genç, destnîşan kir ku divê HDP siyaseta hevsengî ya aşkere bûye an jî li ser asasê pozîsyona xurt a ku hilbijêran afirandiye siyasetê bike û got: "Heger HDP, bi tifaqeke heyî re tevbigere jî divê vê yekê li ser asasên çareserkirina pirsgirêka kurd û xeteke siyasî ya xwedîrêgez bike. Yanî siyaseta ku divê HDP bike, ne wekî 'ez ê bi vê re tifaqê çêbikim, bi vê re nabe', divê li gor daxwazên welatîbûyîneke demokratîk, wekhev û rêvebiriya xweser bike." 
 
MIFTEYA HILBIJARTINÊ KURD IN 
 
Genç, anî ziman ku hilbijartineke mihtemel dê ji bo Tirkiyeyê û kurdan hilbijartineke pir girîng be û bal kişand ser nîqaşên pergalê yên di navbera îqtidar û muxalefetê de. Genç got: "Niha hilbijartin li dor nîqaşa pergalê diçe û tê. Di vir de mifte kurd in û divê kurd li gel kesên ji bo Tirkiyeyeke demokratîk tevdigerin bimeşin. Heger yek ji wan jî ne xwedî vê yekê bin; nexwe dikarin bibin hêzeke ku Tirkiyeyê bikin welatekî demokratîk." 
 
MA / Nacî Kaya 

Sernavên din

14/07/2021
13:43 Civîna HDP’ê ya rêxistinkirinê di roja sêyemîn de ye
13:26 Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo Geverê daxuyanî da
12:58 AYM’ê têkildarî îşkencekirina welatî biryara binpêkirinê da
12:54 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
12:53 Doza rojnameger Şahîn û Gayip taloq bû
12:43 HDP'î ber bi Marmarîsê derketin rê
12:04 Eskeran gule berdan gundiyên ku li pezê xwe digeriyan
11:50 Doza xizmên qurbaniyên Roboskiyê dîsa hat taloqkirin
11:27 Danişîna doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:41 Girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê dikin hucreyan
10:40 Bûldan li Rihayê ye Şenyaşar di bin çavan de ne
10:18 Piştî 57 rojan cenazeyê Bûlat dan malbata wî
10:15 Gardiyan li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de didin
09:46 Li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê êrişa çekdarî pêk hat
09:28 Generalê biçûk ê Apê Mûsa: Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû
09:25 Bavê Îsa Uke: Ji ber xemsariya DEDAŞ û DSÎ'yê cînayet pêk hat
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê derket 15 rojan carekê
09:21 SAMER: Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye
09:20 Îstinafê di Doza JÎTEM'ê ya Qoserê de 'bêcezatî'yê pesend kir
09:17 10 salên li Girtîgeha Jimare 5'an: A herî giran bêhna xwînî û olana qîrînan bû
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
13/07/2021
21:39 Dîlokiyan bi coşeke mezin HDP'iyan pêşwazî kir
20:27 46 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê bang kirin
16:47 Michale Rûbîn geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîsand
15:42 Onlu: Kesên plana çokşikandinê amade kirin li ber têkçûnê ne
15:30 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:28 Polîsekî Alîkarê Midurê Polîsan ê Colemêrgê kuşt
14:52 Hevserokê HDP’ê yê Halîliyeyê hat binçavkirin
14:45 Talîban gef li Tirkiyeyê xwar
14:41 DEDAŞ'ê li Dêrikê têlên ceyranê birî
14:33 Baroya Şirnexê doz li DEDAŞ'ê vekir
14:02 Roja ku ji girtîgehê were berdan cenazeyê wî derket
13:59 Serokê EMEP'ê Akdenîz serdana ajansa me kir
13:46 Varyanta Deltayê belav dibe: Li 36 bajaran hat tespîtkirin
13:43 Serokê EMEP'ê Akdenîz, ji bo MA'yê nivîsand: Li Afganistanê gel koçber dibe
13:21 Ji bo AKP’iyan li mizgeftê protokol hat avakirin
12:43 'Lêgerîna dev' li girtiyên nexweş ferz dikin
11:46 HDP'ê qurbaniyên Geliyê Zîlan bi bîr anî
11:13 Wê di Doza Elçî de şahid bên guhdarkirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir