RIHA - Beriya serdana Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a Rihayê, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar careke din hatin binçavkirin.
Polîsan Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ji bo çalakiya nobeta xwe ya "Edaletê" diçûn Rihayê, di ketina bajêr de sekinandin û di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “Heqareta li karmendê cemaweriyê” hatiye vekirin de careke din ew binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.
SERDANA BÛLDANÊ
Balkêş e ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar beriya serdana Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê hatin binçavkirin. Di serdana Bûldan a Rihayê ya di 20’ê Gulanê de jî Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi îdiaya “Heqareta li karmendê cemaweriyê” hatibûn binçavkirin. Piştî ku Bûldan ji bajêr veqetiyabû Malbata Şenyaşar hatibû berdan.