Hatîmogûllari: Êriş, piştgiriya ji bo HDP'ê zêde kirin

img
ÎDIR- Tulay Hatîmogûllari ya HDP'î, anî ziman ku bi êrîşên li ser partiya wan, derdoreke ku heya niha raya xwe nedane HDP'ê wisa difikirin ku divê heya dawiyê piştgiriya HDP'ê bê kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), "Kampanyaya Parastinê" di 8'ê Tîrmehê de li Îzmîrê da. Paşê di çarçoveya vê kampanyayê de li Dîlok û Rihayê mîtîng hatin lidarxistin. Mîtîng û hevdîtinên HDP'ê yên di vî warî de li seranserê Tirkiyeyê didomin. Her wiha xebatên ku di 9'ê Tîrmehê de li Herêma Serhedê dest pê kirin, heya niha li Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê û navçe û gundên wan didomin. 
 
Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê ya Berpirsiyara Komîsyona Gelan û Baweriyan û Parlementera Edeneyê Tulay hatîmogûllari, rewşa welêt, êrîşên li ser partiya wan û xebatên partiyê nirxandin. 
 
ÊRÎŞÊN LI SER HDP'Ê 
 
Hatîmogûllari, îşaret bi êrîşa li ser HDP'a Îzmîrê û kuştina xebatkara partiyê Denîz Poyrazê kir û destnîşan kir ku vê êrîşê wekî êrîşeke bes li hemberî HDP'ê hatiye kirin nanirxînin, wekî êrîşeke li tevahiya muxalefetê hatibe kirin qebûl dikin. Hatîmogûllari got: "Li Tirkiyeyê pergaleke faşîst tê avakirin. Kî li hemberî vê pergalê be, îqtidar hewil dide wan bieciqîne û muxalefeta civakî qels bike." 
 
Hatîmogûllari, bilêv kir ku AKP û alîgirên wê her diçe qels dibin û raya giştî hay ji vê heye û got: "Civak êdî dixwaze pêşî li ber vê bêedaletî û bêwijdaniya wan bigire. Haya wan jî ji vê heye. Lewma êrîşên li hemberî me zêde kirine." 
 
‘HDP, FIKIRA RIZGARIYÊ YE' 
 
Hatîmogûllari, destnîşan kir ku tu pergaleke ku daxwazên HDP'ê û xeta wê ya siyasî ji nedîtî ve bê, dê şensê wan ê mayînê tune be û got: "Em dixwazin di vî du mehî de li hemberî doza girtinê bersiveke xurt bidin. Bi rastî jî HDP, ne partiyeke tabelayê ye. HDP, fikrek e û xwedî paradîgmayeke pir xurt e. Paradîgmaya HDP'ê, derdorên çepgir, sosyalîst, derdorên xwezahez û tevgera jinê li dor têkoşîneke hevpar birêxistin dike. Hêleke wê ev e. Hêla wê ya din jî têkoşîna wê ya ji bo azadiya gelê kurd e. Em di pêvajoyên dijwar re derbas bûne û hatine roja îro. Lewma em xwedî azmûneke pir mezin in." 
 
Hatîmogûllari, destnîşan kir ku rizgariya civaka Tirkiyeyê û rizgariya HDP'ê bi hev ve girêdayiye û lewma di çarçoveyeke aştiyane û demokratîk de çareserkirina pirsgirêka kurdî ji bo wan pir girîng e. Hatimogülları got: "Em partiyek wisa ne ku pirsgirêka welatiyên li herêmên din ên welêt û pirsgirêka welatiyên li Kurdistanê aşkere dikin. Li welêt xizanî û birçîbûneke mezin heye. Niha kesên raya xwe didin HDP'ê jî û yên nadin HDP'ê jî birçî ne. Îqtidar li qesrê di nav luksê de ye, heyînên welêt pêşkêşî mafyayan, bazirganên kokaînê û alîgirên xwe dike, lê girseyeke mezin jî di nav birçîbûnê de diperpite. Em HDP, îşaret bi çareserkirina hemû pirsgirêkan dikin." 
 
Hatîmogûllari, destnîşan kir ku dê li çar aliyên welêt bigerin û pirsgirêkan aşkere bikin. Hatîmogûllari, bilêv kir ku li hemû deverên ku diçinê guh li pirsgirêkên welatiyan dikin û got: "Em ê li hemû deverên Tirkiyeyê bigerin." 
 
PIŞTGIRIYA JI BO HDP'Ê 
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku di serdanan de welatî moralê wan pir xweş dikin û di hemû serdanan de dibînin ku li gel hemû zext û zoriyan jî esnaf û welatî xwedî li HDP'ê derdikevin. Hatîmogûllari, her ku AKP partiya wan dike hedef, partiya wan bêtir xurt dibe û bal kişand ser hêrsa gel a li hemberî îqtidara AKP'ê. Hatîmogûllari got: "Kesên ku heya niha raya xwe nedane HDP'ê jî hay ji vê mexdûriyetê hene û wisa difikirin ku heya dawiyê piştgiriya HDP'ê bê kirin. Ji ber vê xwedîderketina gel, ev zext bandorê li me nakin. Heger HDP bê girtin jî, dê ev biryar tenê biryareke li ser kaxezê be." 
 

Sernavên din

17/07/2021
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye
10:45 Jiyaneke li dû azadiyê
10:21 Jina ku 6 caran giliyê zilamê êrişkar kir: Herî dawî wê min bikuje
09:16 Greva birçîbûnê di roja 232'yemîn de dewam dike
09:15 'Pakêta darazê dê kiryarên destdirêjiyê biparêze'
09:10 Pira ku 20 hezar kes di ser re diçin û tên hindik maye hilweşe
09:09 Jinên çewligî: Em ê xwe bi xwe mafên xwe diyar bikin
09:08 Gelo çekên ku li nav erdên cerdevanan hatin dîtin, ew 'çekên winda ne?'
09:07 Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Îbrahîm: Em ê destûr nedin dagirkirina Şengalê
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2021'AN
15/07/2021
22:52 Parlementoya Belçîkayê jî qirkirina êzidiyan pejirand
20:43 7 hezar û 304 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:39 Meclîsa Jina ya HDP'a Amedê hat avakirin
16:36 Ji ber êrişa li dijî HDP'ê 3 kesên din jî hatin binçavkirin
15:30 Gundî mudaxileyî şewata ku leşkeran derxist dikin
15:23 Nivîsên nîjadperest li ser dîwarê mala peywirdarê HDP'ê nivîsandin
15:01 Li Antalyayê êrişê li dijî HDP'ê hat şermezarkirin
14:22 Di lehîya ku li Rîzeyê rabû de 5 kesan jiyana xwe ji dest da
14:07 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:00 Şewat li ber vemirandinê bû lê helîkoptêran gur kir
13:21 Malbata Şenyşar: Em ji bo Yildiz ê AKP'î jî li benda biryarnameyê ne
11:54 Nacî Încî bi wekaletî tayînî Bogazîçiyê hat kirin
11:53 Dema êrişkar kameraya ewlehiyê ferq kir şalter anîn xwarê
11:39 Li Licê daristan şewitî
10:54 Li Geverê bîranîna 14'ê Tîrmehê
10:35 Ji bo Cejna Qurbanê ava gundên Hezoyê hat berdan
09:58 Ji ber ku biryara lêgerînê xwestin polîsan îşkence li wan kir
09:40 Ji ber çûyîna Erdogan a Qibrisê wê TDP meclisê boykot bike
09:13 Piştî navenda çandê hat girtin xwe bi xwe fêrî muzîkê dibe
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 231'emîn de berdewam dike
09:11 Hevserokê HDP'a Avcilarê ku mala wî hat gulebarankirin: Em ê paş de gav neavêjin
09:11 Ji ber rakirina sêncên li ber şaredariyê derbarê wan de îdianame hat amadekirin
09:10 DEDAŞ'ê li Rihayê bi hezaran abone dan ber îcrayê
09:10 Omeroglû: Dibe ku di Îlonê de pîkek nû rû bide
09:09 Serokê Odeya Çandiniyê ya Wanê: Heger tevdîr neyên girtin dê fiyetê nan du qatî biha bibe
09:08 Hatîmogûllari: Êriş, piştgiriya ji bo HDP'ê zêde kirin
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:56 Melîh Bûlû bi biryarnameyê hat bi biryarnameyê çû
14/07/2021
22:21 6 hezar û 907 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:33 Rihayiyan Bûldanê bi tembûrê pêşwazî kirin
16:58 Şewata ku li Bestayê derket belav dibe
16:54 Bêyî ku biryara binçavkirina wan hebe li qereqolê tên rawestandin
16:54 Dermankirina penaberên birîndar didome
16:44 Şahid di danişînê de vegot: Dozger got ‘Bêje min Elçî kuştiye, ez ê te berdim’
16:41 Zarokê ku hatibû îdiakirin li qursa quranê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
16:22 9'emîn Bultena Pandemiyê ya TTB'ê: xiza parastina ji koronayê li bajarên herêmê kêm e
16:20 Hevseroka MEBYA-DER’ê Almas nehat berdan
15:54 Di doza cînayeta Dînk de biryara bihincet aşkera bû
15:46 Bûldan: Wê kurdek jî bi AKP’ê re li ser maseyê rûnenê
15:39 HDP’ê ji bo 14’ê Tîrmehê daxuyanî da: Wê têkoşîna me bidome
15:26 Karkerê ku di teqîna li METAŞ'ê de giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
14:53 Daxwaza lêkolînkirina Komkujiya Geliyê Zîlan
14:52 Ebrû Gunay: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan
14:27 ÎSÎG: Di meha hezîranê de 173 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:53 Huda Kaya: Desthilat ji êrişê berpirsyar e