Piştî navenda çandê hat girtin xwe bi xwe fêrî muzîkê dibe

  • rojane
  • 09:13 15 Tîrmeh 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Zîlan Sevînç a li gundê Danêr yê bi ser navçeya Hezexê piştî girtina Navenda Çand Hûnerê ya Mem û Zîn niha bi derfetên xwe yên herî kêm, fêrî muzîkê dibe û dixwaze di pêşerojê de di warê muzîka kurdî xwe li pêş bixe. 

Zîlan Sevînç (17) a li gundê Danêr yê bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ku berî qedexeya derketina kolanan li navçeya Cizîrê diçû  Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn û di nav koroya zarokan de cih digirt, ji ber ku  navenda çandê hat hilweşandin niha bi derfetên xwe fêrî muzîkê dibe. Sevînç a ku dixwaze bi zimanê dayikê perwerdehiya muzîkê bibîne, bi zehmetiyê mezin re rû bi rû dimîne. Di sala 2020'an de Sevînç dibistana ku lê dixwîne  tevlî pêşbirka stranan dibe û dixwaze ku bi straneke kurdî tevlî bibe, lê ev daxwaziya wê ji hêla rêveberiya dibistanê ve tê astengkirin û nayê xwestin ku bi kurdî stran werin gotin. Sevînç bêyî daxwaziya xwe tê qanihkirin ku bi tirkî stran bibêje. Li gel van hewledanan Sevînç ji derveyî vîna xwe tirkî stran dibêje û di pêşbirkê de jî weke yekem tê hilbijartin. Sevînç a ku di temenê xwe yê 5 salî de di Navenda Çand û Hûnerê de koroya zarokan de cih digire, niha ji ber ku navendên çand û hunera kurdî li herêma wê tune ne, bi derfetên xwe hînî muzîkê dibe û naxwaze ku dev ji muzîka kurdî berde. 
 
'DIXWAZIM JI HUNERA KURD RE XIZMETÊ BIKIM'  
 
Zîlan Sevînç anî ziman ku ew di temenê xwe yê biçûk de heta niha bi muzîkê re eleqeder dibe û ew dixwaze xwe di warê muzîka kurdî li pêş bixe. Sevînç wiha behsa hezkirina xwe ya ji bo muzîkê kir: "Ez di temenê xwe yê 5 salî de li gel bavê xwe diçûm Navenda Çand û Hûnerê ya Mem û Zîn. Di çandê de min di koroya zarokan de perwerdehî dît. Pişt re li ser Cizîrê qedexeya derketina derve hat ragihandin û ez êdî nema çûm. Li wir derfeta min çêbû ku min hûnermendên weke Aynur Dogan, Ferhat Tunç û hwd nas kirin. Li gel naskirina van hûnermendan hezkirina min a li hemberî mûzîka Kurdî zêdetir bû. Armanca min ew e ku ez bibim hunermendeke nav û deng. Dixwazim ku ji hûnera kurd re xizmetê bikim."
 
NEHIŞTIN KU DI PÊŞBIRKÊ DE  BI KURDÎ STRAN BIBÊJE 
 
Sevînç di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku di dibistana ku lê dixwîne tirkî stran li wê hatiye ferzkirin û wiha got: "Ez dixwazim bi zimanê dayikê xwe di muzîka kurdî li pêş bixim. Di dibistana me de pêşbirka stranan çêbû. Min got ez ê kurmancî stranê bêjim. Ji min re gotin, 'Na kurmancî nebêje, hem jûrî kurmancî nizanin û hem jî kurmancî qedexe ye'. Ji neçariya xwe min jî tirkî got. Min li gorî strana kurmancî amadekariyên xwe kiribûn û min pir dixwest kurdî bibêjim. Lê hatin astengkirin. Min ji nêçariya xwe tirkî got û  li tevî vê jî ez yekem hatim hilbijartin." 
 
'NAHÊLIN EM BI ZIMANÊ XWE STRANAN BIBÊJIN' 
 
Sevînç diyar kir ku piştî ku Navenda Çand û Hûnerê hat girtin wê bi derfetên herî kêm xwe bi xwe fêrî muzîkê kir û got: "Bi lêdana sîniyên xwarinê min xwe hînî defê kir. Piştî ku qedexe hat ragihandin min li gund şivantî kir û li ber pez min 24 seatan stran digotin. Destpêkê min dengê xwe nas kir û pişt re jî fêrî def bûm. Dema ku navenda çandê hat girtin bêtir cesaret çêbû ku ez bi zimanê xwe stranan bibêjim. Nahêlin ku em bi zimanê xwe stran bibêjin. Daxwaziya min ew e ku Navendên Çand û Hûnerê yên Kurdî bên avakirin. Heger hatin avakirin, destpêkê ez ê herim wir û stranên xwe bibêjim." 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

17/07/2021
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye
10:45 Jiyaneke li dû azadiyê
10:21 Jina ku 6 caran giliyê zilamê êrişkar kir: Herî dawî wê min bikuje
09:16 Greva birçîbûnê di roja 232'yemîn de dewam dike
09:15 'Pakêta darazê dê kiryarên destdirêjiyê biparêze'
09:10 Pira ku 20 hezar kes di ser re diçin û tên hindik maye hilweşe
09:09 Jinên çewligî: Em ê xwe bi xwe mafên xwe diyar bikin
09:08 Gelo çekên ku li nav erdên cerdevanan hatin dîtin, ew 'çekên winda ne?'
09:07 Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Îbrahîm: Em ê destûr nedin dagirkirina Şengalê
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2021'AN
15/07/2021
22:52 Parlementoya Belçîkayê jî qirkirina êzidiyan pejirand
20:43 7 hezar û 304 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:39 Meclîsa Jina ya HDP'a Amedê hat avakirin
16:36 Ji ber êrişa li dijî HDP'ê 3 kesên din jî hatin binçavkirin
15:30 Gundî mudaxileyî şewata ku leşkeran derxist dikin
15:23 Nivîsên nîjadperest li ser dîwarê mala peywirdarê HDP'ê nivîsandin
15:01 Li Antalyayê êrişê li dijî HDP'ê hat şermezarkirin
14:22 Di lehîya ku li Rîzeyê rabû de 5 kesan jiyana xwe ji dest da
14:07 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:00 Şewat li ber vemirandinê bû lê helîkoptêran gur kir
13:21 Malbata Şenyşar: Em ji bo Yildiz ê AKP'î jî li benda biryarnameyê ne
11:54 Nacî Încî bi wekaletî tayînî Bogazîçiyê hat kirin
11:53 Dema êrişkar kameraya ewlehiyê ferq kir şalter anîn xwarê
11:39 Li Licê daristan şewitî
10:54 Li Geverê bîranîna 14'ê Tîrmehê
10:35 Ji bo Cejna Qurbanê ava gundên Hezoyê hat berdan
09:58 Ji ber ku biryara lêgerînê xwestin polîsan îşkence li wan kir
09:40 Ji ber çûyîna Erdogan a Qibrisê wê TDP meclisê boykot bike
09:13 Piştî navenda çandê hat girtin xwe bi xwe fêrî muzîkê dibe
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 231'emîn de berdewam dike
09:11 Hevserokê HDP'a Avcilarê ku mala wî hat gulebarankirin: Em ê paş de gav neavêjin
09:11 Ji ber rakirina sêncên li ber şaredariyê derbarê wan de îdianame hat amadekirin
09:10 DEDAŞ'ê li Rihayê bi hezaran abone dan ber îcrayê
09:10 Omeroglû: Dibe ku di Îlonê de pîkek nû rû bide
09:09 Serokê Odeya Çandiniyê ya Wanê: Heger tevdîr neyên girtin dê fiyetê nan du qatî biha bibe
09:08 Hatîmogûllari: Êriş, piştgiriya ji bo HDP'ê zêde kirin
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:56 Melîh Bûlû bi biryarnameyê hat bi biryarnameyê çû
14/07/2021
22:21 6 hezar û 907 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:33 Rihayiyan Bûldanê bi tembûrê pêşwazî kirin
16:58 Şewata ku li Bestayê derket belav dibe
16:54 Bêyî ku biryara binçavkirina wan hebe li qereqolê tên rawestandin
16:54 Dermankirina penaberên birîndar didome
16:44 Şahid di danişînê de vegot: Dozger got ‘Bêje min Elçî kuştiye, ez ê te berdim’
16:41 Zarokê ku hatibû îdiakirin li qursa quranê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
16:22 9'emîn Bultena Pandemiyê ya TTB'ê: xiza parastina ji koronayê li bajarên herêmê kêm e
16:20 Hevseroka MEBYA-DER’ê Almas nehat berdan
15:54 Di doza cînayeta Dînk de biryara bihincet aşkera bû
15:46 Bûldan: Wê kurdek jî bi AKP’ê re li ser maseyê rûnenê
15:39 HDP’ê ji bo 14’ê Tîrmehê daxuyanî da: Wê têkoşîna me bidome
15:26 Karkerê ku di teqîna li METAŞ'ê de giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
14:53 Daxwaza lêkolînkirina Komkujiya Geliyê Zîlan
14:52 Ebrû Gunay: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan
14:27 ÎSÎG: Di meha hezîranê de 173 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:53 Huda Kaya: Desthilat ji êrişê berpirsyar e