NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê di meha hezîranê de 9 kolber ji aliyê pasdarên Îranê ve hatine kuştin.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) rapora meha hezîranê a têkildarî binpêkirinên mafan ên li Rojhilatê Kurdistanê qewimîne eşkere kir. Di rapora KMMK’ê de hat destnîşankirin ku di meha hezîranê de 22 aktîvîstên mafê mirovan û siyasetvan hatine girtin.
Li gorî raporê di meha hezîranê de herî kêm 9 kolber ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hatine kuştin û 14 kolber jî birîndar bûne.
Her wiha di raporê de hat gotin 6 jê jin bi giştî 12 kesan ya xwe şewitandiye yan jî întîhar li wan hatiye ferzkirin.