NAVENDA NÛÇEYAN – Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya dibin rêveberiya qeyûm de, xirbe rijandin Gola Wanê.
Wesayîtên kar ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya dibin rêveberiya qeyûm de, kavil û xirbe rijandin Gola Wanê. Li medya dijîtal, li dijî vê rewşê bertek hatin nîşandan. Liser bertekên zêde bûn, wesayîtên kar ji herêmê veqetiyan. Li cihê ku kavil û xirbe hatin rijandin, hevjînê Serokkomar Tayyîp Erdogan Emîne Erdogan, di 1’ê Hezîranê de, tesîsa parzûnê ya biyolojîk vekiribû.