* Li gundê ermeniyan Vakifliyê jinên di kooperatîfê de dixebitin, hem çanda xwe diparêzin hem jî azadiya xwe ya aborî bi dest dixin.
* Şanoya Devînîm a Enqereyê, bi kadroya xwe ya ciwan û çalak, bi skêcan dest bi heyama xwe ya 11'an dike.
* Rabîa Behçet û dayika wê Nesîbe Siginç ku li Edliyeya Wanê polîsan li wan xist, giliyê polîsan kirin.
* Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 136'emîn de berdewam bike.
* Rêxistina HDP'a Îzmîrê, ji bo Cejna Qurbanê wê serdana malbata Denîz Poyraz bike. (11.00)